المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Mesrûr Barzanî: Kurdistan binpê kirina mafên xwe qebûl nake..

0 80

 

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê û balyozê Yekîtiya Ewrobayê civiyan.

Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Yekîtiya Ewrobayê yê li Bexdayê Ramon Casas kir.

Di civînê de rewşa dawî ya deverê, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê hatin nirxandin û balyozê Yekîtiya Ewrobayê piştgîriya.

Yekîtîya Ewrobayê bo bilze destpê kirina diyalogeke raste rast ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser esasê destûra Îraqê, diyar kir û hêvî xwest di demeke nêz de dawî bi aloziyên navbera her du aliyan were.

Derbarê pêşhatên siyasî û leşkerî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir ku lazime kêşeyên heyî bi awayekî mayende û bi yekcarî werin çareserkirin daku hertim di çarçoveya ew nadadperweriya dîrokî yaku li hember gelê Kurd tên kirin, nezivirîn.

Mesrûr Barzanî amadebûna Kurdistanê bo çareser kirina kêşeyên heyî bi awayekî mayende û hertimî bi rêbazên aştiyane diyar kir û got: Kurdistan bi ti awayî binpê kirina mafên xwe qebûl nake.

Mesrûr Barzanî herwiha hêvî xwest civata cîhanî jî roleke ektîf bigre serxwe daku astengiyên li berdem danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayî ji nav bibe û pêşî ji çûbûna aloziyên zêdetir li deverê de bigre.

Leave A Reply

Your email address will not be published.