المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Mesûd Barzanî li gel Kosret Resûl axvî li ser rewşa wî ya tendirustî..

0 81

Serok Mesûd Barzanî bi telefonê li gel Cîgirê Yekemê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl axivî.

 
Serok Barzanî di wê pêwendiyê de, kêfxweşiya xwe li ser baştirbûna rewşa tendirustî ya Kosret Resûl da xuyakirin

Barzanî di wê pêwendiya telefonî de “tekezî li ser rol û pêgeha Kosret Resûl û bandora wî li ser qada siyasî ya Kurdistanê kir.”

Barzanî herwiha hêvî kir, ku Kosret Resûl di demeke herî nêzîk de bi tendirustiyeke gelek baş vegere nav qada xebata siyasî.

Herwiha , Cîgirê Yekemê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl jî di vê pêwendiya telefonî de spasiya helwesta Mesûd Barzanî û tevahiya kurdistaniyan kir, ku di xema tendirustiya wî de bûne.

Roja Şemî 11/11/2017 rewşa tendirustiya Kosret Resûl têk çû û bo dermankirinê li Nexweşxaneya Farûq a Silêmaniyê hat razandin û piştre neştergeriyek ji bo boriyên roviyên wî hat kirin.

Îro Çarşemî jî Kosret Resûl bo wergirtina çareseriyeke baştir bo nexweşxaneyeke Berlîn a paytexta Almanyayê hat veguhastin.

Leave A Reply

Your email address will not be published.