المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Xwecihiya rojhilatî Qamişlo civîna xwe ya asayî li dar xist..

0 71

Piştî demekê ji rawestandina civînan ji sedema Nexweşiya koronayê, îro roja înê “28” Gulana,”2021″an Encumena xwecihiya rojhilatî Qamişlo ,li ofîsa xwe civîna xwe ya asayî li dar xist bi beşdarbûna serokê xwecihiyê û herwiha bi hazirbûna piraniya endaman..

 

Û di derbarî naveroka vê civatê de serokê xwecihiyê M,”Mihemed Sedîq ” ji malpera me re anî ziman: Ku civata xwecihiyê ya yasayî hate li dar xistin û tê de mijar û babetên girêdayî bi Rewşa siyasî û rêxistinî rawestiyan û herwiha pêşhateyên herî dawî li ser rewşa Sûriyê û kurdan bi taybetî gotûbêjkirin.

 

Û herwiha ji rexekî dî ve berdewam kir axiftina xwe ku di civînê de hemû endamên beşdar nerîn û pêşinyarên xwe dane xuyakirin derbarê çawaniya pêşxistina karê xwecihiyê de gengeşkirin..

 

Û her di civatê ser rewşa aborî ya zehmet ku milet li Kurdistana Sûriyê tê de derbas dibe anîn ziman..

 

 

Ragihandina ENKS ê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.