المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWEDIYÊN AJALAÊN GIYAXWAR JI NIHA DE KETINE METIRISYÊ JI BER KÊMBÛNA ÊM ..

0 94

Wek tê zanîn,îsal salek zwayî ye û hişk e ku  bi ser xelkê de hatiye,ji ber kêmbûna rêjeya barandina barananê , ku di encamê de wê werzê gemin û Ceh û Êm pir kêm be .

Li gorî zaniyariyan zeviyên herêmên Kurdistana Sûriya, bêtir bejî ye (Ser ava baranê) .

Lê îsal baran pir kêm e ,  û hemû zeviyên li ser baranan çandiniyên wan pir lawaz e û nayên çinîn.

Û gorî çavkaniyên xwecihî ku ji destpêka heyva nîsanê de,xelkên herêmê giyayên zeviyên xwe difroşin xwediyên ajalên giyaxwar.

Ji ber vê yekê,xelkên herêmê ketine metirsiyê û bi taybet xwediyên ajalên giyaxwar.

Di derbarê vê yekê de,welatiyekî ji her ji gundewarên bajarê Dirbêsiyê,xwediyê ajalên giyaxwar,(Pez û Bizin) ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Bi rastî îsal salek pir zahmet e ku  bi ser me de hatiye,ji niha de em ketine heyra êmê sewalên(Dewar,Ajal) xwe.

Em ji niha de zeviyên ku nayên çinîn em Donimê zêdeyî 20 hezarên perê Sûrî dikirin”.

Herwiha welatî got jî:

“Ji aliyekî din jî,em ji nihada de,kayê dikirin, ji xwediyê zeviyên ku tên avdan yên bîrên wan avî hene û em perên wan pêşinde didin wan ta em êmê heywanên xwe dabîn bikin ji bo zivistanê û em xwe ji vê sala xerb derbas bikin.

Hêjaye gotinê, ku rewşa xelkên Sûriya ji destpêka kirîza wê de, berê xerabe ji hemû aliyan,û ev sala ziwayî ye ku  bi ser wan de hatiye rewşa wan bêtir ber bi zahmetiyê de diçe ,

Ji ber vê yekê,divê civaka navdewletî bi berpirsiyarî bi erkê xwe rabe,û bilez li ser rewşa xelkên Sûriya bisekinin û çareseriyê jê re bibînin.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.