Îro roja yekşemê” 11″ Nîsanê biryara hat standin û destnîşankirin ji bo dirêjkirina qedexaya hatûçûnê bi timamî ji bo dema 10 rojan li Kurdistana sûriyê .
û herwiha tê zanîn Ku li seranserî Kurdistana sûriyê rojan e hejmara pêketiyan bi nexweşiya koronayê ber bi zêdebûnê ve diçe, û tê wateya nepabendbûna welatiyan bi rênimeyên xweparastinê û ev yek dibe sedema belavbûna nexweşiyê di nav xelkê de.
Û ev yek derbarî xweparastin û rêgirtinê li dijî belavbûna Veyrûsa koronayê û pabendî rênima û çawaniya xweparastinê .
li ser vê mijarê û li gel zehmetiyên rewşa aborî, welatiyek ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman:
” dibe her kesek pabendî rênimeyên tendrustî bibin ji bo rêgirtinê li pêşiya zêdebûna vê nexweşiyê bigirin û rêjeya wê sivik bibe.
bi hatine meha Remazanî û ragihandina qedexeyê û rawestandina kar ,
êdî dibe sedemek ji zêdebûna hejariya welatiyan , û ew tûşî gelek astengî dibin ji bo peydakirina pêwîstiyên sereke yên Jiyana xwe yê rojane .
derbarî buhabûna hemû alav û xwestek û pêdevî û kerestên xwarinê ku nexasim ku beşek ji welatiyan karê rojane dikin û mûçeyên xwe yên rojane werdigirin “.
Û herwiha hejmara pêketiyên îro 11 Nîsana 2021’an gihiştine “298” û ji wan “3 “kes Jiyana xwe ji dest dan .
Û bi vî awayî amarên dawî yên tûşbûyan li navçeyên kurdistan Sûriya niha gihiştin “12236” kes .
Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî