المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Qamişlo : xaniyek bi sedema baranê û lehiyan hat xwarê..

0 69

Di encame berdewambûna barandina baranê, di van herdu rojên borî de te îro, metirsiyek pir mezin gihiştiya welatiyan derbarê vê baranê de, ku ev baran neyê rawstandin ji ber ku kolan û malê welatiyan tije av bûna, û herwiha di encame vê yakê de îro li taxa (Qenat Elswês) li Bajarê Qamişlo, xaniyek bi heriyê hatibû avakirin hat rûxandin û herifandin û di encamê de ziyanên madî gihişt vê malê, û herwisa ji ber vê yakê metirsiyek herî mezin li cem hemwelatiyan çêbûye , û bi taybet yên ku xaniyê Wan bi heriyê hatiye avakirin. Û di şopandina peyamnêrê me ji ziyana wê taxê û hevdîtin bi hemwelatiyan, welatiyek ji taxa Qenat Elswês bi navê Ahmed, ji me re axifî û got: “metirsiya me ji berdwambûna barandina baranê ye, ji ber ku gelek ziyanên madî gihiştin malê me di van herdu rojan de, û tirsa me ewe ku xaniyê heriyê bi ser zarokên me de bên xwarê û em ji xwedê lava dikin ku dilovaniya xwe bi me re bikê” ..

Rapor :Hêvî Delî

Ragihandina ENKS ê… Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.