المجلس الوطني الكوردي في سوريا

7emîn salvegera pakrewan Ciwan Elqutna hat vejandin..

0 72

Îro duşemê 25ê avdarê 2019an Encûmena xwecehî ya bajarê Dirbêsiyê û encûmena pakrewan Ciwan Elqutna 7emîn salvegera pakrewan Ciwan Elqutna bi bîranîn, li ser gora wî li gunde Til Gidîşê .

Bi beşdarbûna endamên xwecehiya Dirbêsiyê û hin cemawerê wê û malbata pakrewan Ciwan Elqutna,û kesayetên civakî yên xwedî rol,û partiyên kurdî û endamên xwecehiya bajarê Hesekê.

Di destpêkê de kêlîkek bê deng li ser giyana pakrewanên Kurd û Kurdistan û bi taybet li ser giyanê pakrewan Ciwan Elqitna rawestiyan, û Piştre gurzek gul li ser gora wî danîn.

Û herwiha mamoste Silêman Oso sekreterê Partîya Yekîtî Kurdistanî – Sûriya gotinek anî ziman bi navê Emîndarya giştî ya E.N.K.S li ser rola pakrewan û canfeda bûna wan û bi taybet li ser rola pakrewan Ciwan Elqutna baş hat sekinandin.

Û piştî wê jî bi rêz Idrîs Şêx Xelef gotinek bi navê xwecehiya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê anî ziman di derbarê rola pakrewan Ciwan Elqutna di destpêka şoreşa Sûriya û tevgera ciwanan û herwiha kurtjiyana pakrewan Ciwan Elqutna jî anî ziman ta dema ku pakrewan bû .

 

Rapor: Eli Fetah

Ragihandina ENKS ê Dirbêsiyê

Leave A Reply

Your email address will not be published.