المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Pira Sêmalka ji ber baranê hatiye rawestandin::

0 65

Îro roja duşemê 25ê avdarê 2019an çûnûhatin di navbera herêma Kurdistanê û Kurdistana Sûriyê rawestîyaye, jiber ku radeya baranê gelekî bilind bûye.  

Peyamnêrê malpera me li ser pira Sêmalka ragihand ku îro ji ber baranê ku ev 3ê roj bi awayekî xwurt dibare, û ziyan gihaye pira Sêmalka, lewma çûnûhatin rawestîyaye û welatî yên ku ji dûr hatibûn ji bo derbasbin herêma Kurdistanê bibin, ji mecbûrî welatiyên le ser sînor vegeriyan malên xwe.

Di vê derbarê de jinekê bi navê S. M ji peyamnêrê me re got : “Ev zêdetirî 3ê katjimêr û nîv an ku em bi rê de ne ji bo em derbasî herêma Kurdistanê bibin, lê mixabin em nikarin derbas bibin ji ber ku dîwarê li derdora pira Sêmalka herifî ye û em ê bi çi awayî vegerin malê xwe di vê baranê de û çawa sibê em ê vegerin ji bo em derbas bibin”.

Herwiha di şopandina peyamnêrê me ji rewşa welatiyan Xwertek bi navê Mihemed ew jî li ser sînor bû û wisa got: “Me ji sibehê de daye rê û em di gelek kortikên tije av derbasbûn ji ber rê ne xuyaye ji ava baranê, û wek ku dibêjin Turkiyê ava seda xwe bi ser me de ber daye ji ber wisa lehî li Dêrikê û Tirpespiyê û Girkê Legê û gundên derdora wan rabûye û gelek mal bi ser welatiyan hatine xwarê, û em hêvî dikin ku pira Sêmalka zû çêbibe, ji bo em ku şerpeze ne bin”.

Rapor: Yusra Zibêr

Ragihandina ENKS.. Sêmalka

Leave A Reply

Your email address will not be published.