المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Girkê Legê: şandek ji Şepêla Pêşeroja Kurdî serdana ofîsa encûmena xwecihî û partiya Yekîtî Kurdistanî kirin..

0 64

Îro roja pêncşemê “23 “ê tîrmeha “2020” an, şandek ji Şepêla pêşeroja kurdî li sûriyê serdana ofîsa encûmena xwecihî ya ENKSê li Girkê Legê û Partiya Yekîtî kurdistanî – sûriya kirin.

Û herwiha şanda Şepêla pêşerojê ji M,”Barzan Elelo” û M,”EbdElrehîm Temê “,endamên ofîsa têkiliyên giştî pêk di hat û hatin pêşwazî kirin ji aliyê serokê encûmena xwecihî ya Girkê Legê M,”Xelîl Osê “û endamên encûmenê.

Û herwiha li ofîsa Partiya yekîtî Kurdistanî ji aliyê M,”Ferhan Mer’î “endamê ofîsa siyasî û M,”Sebah Hemdo” endamê komîta navendî ve hatin pêşwazîkirin ..

Û herwiha di vê hevdîtinê de her du aliyan li ser danûstandinên di navbera encûmena niştîmanî ENKSê û partiyên yekîtiya niştîmanî kurdî de gengeşekirin û herwiha pêwîstiya gihiştina encaman ku xizmeta gelê kurd û doza wan bike di vê qonaxa hestiyar de.

Û herwiha ji aliyekî di ve li ser rewşa aborî jî rawestiyan û astengî û zehmetiyên ku herêmên kurdî têde derbas dibe.

Ragihandina ENKS ê

Wegerandin: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.