المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Qamişlo: Rewş û amedekariyên welatiyan bi hatina cejna Qurbanê..

0 89

Welatiyên bajarê Qamişlo yê Kurdistana Sûriyê rojane demjimêrên dirêj di nava bazarê de digerin bi helkeftina nêzîkbûna cejna Qurbanê û pêdivî û pêwîstiyên cejnê ji mêwe û cil û bergan dikirin da ku bi kêf û xweşiyê pêşwaziya cejnê bikin .

 

Û herwiha ji rexekî dî ve derbarê mijara bilind bûna nirxan welatiyên di nava bazarê de gazinên xwe ji malpera ENKS ê re bi zelalî dîyar kirin : Ku rewşa aborî li Herêmên kurdî roj bi roj ber zehmet bûnê ve diçe û bi taybetî piştî cîbicîkirina yasaya Sîzer ku bandoreke neyênî li ser buhabûna nirxên hemû alavan û kelûpelan kir û naxasim bi hatina cejna Qurbanê ku gelek raserî ji aliyê firoşkaran ve tên kirin li ser nirxan ji bilî daketina dolar, û herwiha berdewam kirin ku di vê komîteyên çavdêriya bazaran we re avakirin ta ku her tişt li ser nirxên xwe bimîne. .

 

Û herwiha nûçegihana malpera me dîyar kir ku îsal Rêjeya xelkê ser kirîn û firotinê di nav bazarê de pir lawaz e li gorî salên borî de û ev yek ji sedema bilindbûna nirxê dolar li hemberî lêreya Sûrî û herwiha rawestandina kar di demekê de ji bo rêgirtinê li hemberî belavbûna nexwaşiya koronayê ku ev yek bandoreke neyênî li ser jiyana welatiyan kir û rêjeya hejariyê bilindtir bû.

 

Û herwiha di vê derbarê de welatiyekî din ji me re axivî û got : Ku gelek welatî karê destan yên rojane dikin û bê mûçe ne û bi vî awayî ew nikarin pêdeviyên cejnê bi dest bixin û cil û bergan ji zarokên xwe re bikirin, ji ber vê yekê em hêvî dikin ji firoşkaran ku alîkar bin bi milet re .

 

Û herwiha di çarçoveya vê rewşa zehmet de li Kurdistana Sûriyê ku rêxistin û destpêşxeriyên alîkariyê jî, lê rûberê kes û malbatên hejar xwedî dernakevin ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye û di vê ji wan re pêşkêş bikin bi awayekî berfirehtir ta ku karibin debara jiyana xwe ya rojane bikin û cejna xwe bi kêf û xweşî derbas bikin ..

 

 

 

 

Ragihandina ENKS ê

Raport :Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.