المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Pêşmergeyekî leşkerê roj çû ber dilovaniya Xwedê..

0 161

Pêşmergeyekî leşkerê roj “Fîras Hacî ” îro roja pêncşemê “30” ê, tîrmeha “2020 ” an, çû ber dilovaniya xwedê.

 

Û herwiha pêşmerge “Fîras Hacî “ji niştecihên kampa Domîz e yê penabarên Kurdistana sûriyê û ji sedema ketina wî ji ser avahiya xanî de li kampê ew hat veguhastin ji bo nexweşxaneya Dihokê û piştî şeş rojan ji derman kirina wî îro di nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest de.

 

Û herwiha tê zanîn ku pêşmerge “Fîras Hacî ” di sala “1985” an, li gundê” Elî Gamêş” ji dayîkbûye ya girêdayî bi navçeya Dêrikê ve li Kurdistana Sûriyê, û herwiha bijin bû û bavê Sê zarokana bû.

 

Û herwiha pêşmerge “Fîras Hacî ” di nav serleşkeriya Du bû ya fewcê du ye, di nava refên pêşmerge ” leşkerê roj” cihê xwe digirt.

 

Û herwiha li gorî jêderên hatin ragihandin ku biryara îro termê pêşmerge Fîras Hacî were veguhastin ji bo Rojavayê kurdistanê û li gundê wî bi axê were spartin.

 

 

 

Ragihandina ENKS ê

Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.