المجلس الوطني الكوردي في سوريا

BAJARÊ EBÛ RASÊN JI ALIYÊ TIRKIYA Û KOMÊN ÇEKDAR YÊN BI SER WÊ VE, HAT TOPBARANKIRIN.

0 114

Îro demjimêr 5ê şeveqê di roja duşemê 27/7/2020an de, bajarê Ebû Rasên ji aliyê komên Çekdar yên bi ser Turkiya ve, hat topbarankirin.

 

Di derbarê vê yekê de, serokê xwecihiya bajarê Ebû Rasên ya bi ser ENKSê ve, Mihemed Şêx Beşîr(bavê Rêzan) ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:”Îro şeveqê demjimêr 5, bajarê Ebû Rasên hat topbarankirin ji aliyê komên Çekdar yên bi ser Turkiya ve”.

 

Her wiha bavê Rêzan axaftina xwe berdewam kir û got:”Zêdeyî 15 e topan li bajarê Ebû Rasên ket û bi taybet piraniya topan li taxa rojava ketin û ziyanî madî gihiştiye welatiyan û du xanî jî yên sivîlan top li wan ket”.

 

Her wiha bavê Rêzan anî ziman û got:”Bi rastî di vê dema dawiyê de, xelkên Bajarê Ebû Rasên hêdî hêdî vedigeriyan xaniyên xwe û liv û tevgera bajarê pak dibû. Lê dema ev êrîşên hovane bi rengê van topbarankirina tên kirin dibe cihê metirsiyê li cem xelkên herêmê ji ber vê yekê xelkên herêmê zû bi zû nema vedigerin heta ku aramî peyda nebe di riya civaka navdewletî de”.

Ragihandina ENKSê

Raport: Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.