المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Qamişlo : ENKSê Roja Ala Kurdistanê vejand

0 92

Îro roja înê 17ê berçileya 2021″an, encûmenên xwecihiyên Qamişlo yên bi ser ENKS ê ve , li pêşiya ofîsa encûmenê roja Ala Kurdistanê vejandin û ev yek bi amadebûna serokê ENKSê û sekirtêrê Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriya M, “Siûd Elmla ” û bi hazirbûna cemewar û encûmena niştîmanî û nûnarên partiyên siyasî û herwiha rêxistinên sivîlan…

Û di derbarî vê roja pîroz de ” Xalid Elî” endamê komîteya şaxî ya PDK-S ê ji malpera ENKSê re anî ziman û got: Ev roja pîroz û ya dîrokî li hemû miletê kurd pîroz be , ev alaya ku bi destê nemir Qazî Mihemed li komara mihabadê hate bilindkirin , ev alaya ku pêşmergeyên qehreman bi hezaran canê xwe kirine qurban da ku ev ala rengîn her dem berz û bilind bimîne…

Û tê zanîn ku dîroka Alaya kurdistanê pir dirêje , ji sala 1918-1919an , destpê dike dema desteya civakî ya kurdistanî li Îstanbolê nexişandin û di gelek şoreş û raperînan de bilind bûye , û bi destê nemir Qazî Mihemed li qada Çarçira hat bilind kirin ji bo bibe dirûşma berxwedanê , û sembola kurdayetiyê , û ji ber vê yekê , roja 17 ê Berçilyê her sal miletê kurd seranserî herçar perçeyên kurdistanê roja alaya Kurdistanê li bîrtînin…..

Ragihandina ENKS ê
Qamişlo… Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.