المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DIRBÊSIYÊ : DI ROJA ALAYA KURDISTANÎ DE CIWANÊN ŞOREŞGER YÊN BI SER PYDÊ VE BI KEVIR Û DARAN ÊRÎŞÎ ENDAM Û OFÎSA XWECIHIYÊ ŞEWITANDIN

0 64

Îro di roja Îniyê 17.12.2021ê de, Encûmenên xwecihî  yên   bi ser ENKSê ve roja Alaya kurdistanî li gelek deverên herêma Kurdistana Sûriya vejandin.

 

Herwiha encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê, encûmena pakrewan Ciwan Elqutna, wê jî di vê rojê de danê nîvro roja Alaya kurdistanî vejand.

 

Herwiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên bi ser ENKSê ve.

 

Di derbarê vê yekê de M.Elî Feta cîgirê serokê xwecihiya Dirbêsiyê û gundewarê wê ji malpera me ya ENKSê re bi awayekî zelalmendî ragihand û anî ziman:

 

“Em wek xwecihiya Dirbêsiyê û gundewarê wê îro danê nîvro di roja Îniyê 17.12.2021ê de,roja Alaya kurdistanî me vejand.

 

Di destpêkê de, M.Umer Emo bi navê xwecihiyê bixêrhatina hemû beşdaran kir û piştre Ala Kurdistanî hat bilind kirin bi sirûda Ey Reqîb”.

Herwiha Fetah got:

“Piştre serokê Xwecihiyê mamoste Idrîs Şêx Xelaf bi navê xwecihiya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê axivî û axaftina wî jî di derbarê nirxandina Alaya kurdistanî bû bi taybet.

 

Herwiha gotina Azadiyên Dirbêsiyê jî hat xwendin ji aliyê mamoste Nîzamedîn Elîko, û gotina wî jî di derbarê dîroka damezirandina Alaya kurdî de bû”.

Herwiha Fetah got:

“Piştî ku me pirogramê xwe bi dawî kir serokê xwecihiyê daxwaz kir ji beşdaran re ku em tevde biçin ser gora têkoşer û nivîskar Ekrem Elmela ji ber ku  salvegera duyemîn li ser koçkrina wî, û di vê rojê jî dê, şandek ji Malbenda Ekrem Elmela serdana xwecihiyê kirin û wêneyê Têkoşer Ekrem Elmela radestî xwecihiyê kirin”.

Herwiha Fetah got jî:

“Lê mixabin hîn hejmarek ji me nemeşiya bûn, ji nişkêve me dît vanek tije Ciwanên Şoreger yên bi ser PYDê ve, bi lez daketin û gotinên xerab di derheqên xwecihiyê de, û bi keviran û daran êrîşî endamên xwecihiyê û alîgirên wê kirin.

Û molotof avîtin ofîsa xwecihiyê û agir pêxistin û hemû alavên ofîsê hatin şewitandin, û hin ji endamên xwecihiyê birîndarbûn û hawildana kuştina M.Nîzamedîn Elîko hat kirin.”

Herwiha Fetah got:

“Û dema ev êrîş hat kirin asayîş û hin hêzên din yên bi ser PYDê ve hazirbûn û li ber çavên wan û hemû xelkên bajarê Dirbêsiyê ev karê xerab hat kirin.

Û em van karên xerab bi tundî şermezar dikin, ji ber ku ev karana dikevin xizmeta berjewendiyên dijminên gelê Kurd û dijî helwesta yekrêziya kurdî ye”.

Di dawiya axaftina xwe de, Fetah got:

“Ev karên xerab nikarin me rawestînin ji karê kurdayetiyê de û piroja netewî kurdî ya ku em wek ENKSê xwe dibînin xwediyê wê”

Yên birîndar bûne ev in

Idrîs Şêx Xelef serokê xwecihiyê.

M.Nîzamedîn Elîko endamê xwecihiyê.

M.kamîran Dirbas endamê xwecihiyê.

D.Macid Elîko, endamê komîteya Herîmî ya partiya Yekîtî Kurdistanî

M.Ebdulhemîd Elîko

Herwiha Serokê xwecihiya Dirbêsiyê û gundewarê wê di dawiya gotina xwe de Alaya  pîrozî li hemû gelê Kurd kir û spasiya hemû kesên beşdar kir.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.