المجلس الوطني الكوردي في سوريا

GUNDEWARÊ DIRBÊSIYÊ: VEYRÛSA KORONA Û ÇÎROKÊN WÊ YA ROJANE BI XELKÊ RE.

0 92

Wekî tê zanîn, veyrûsa korona bûye çîrokeke taybet û sereke di nav gelê Cîhanê de tê axaftin.

Her wiha li gorî zaniyariyan û şopandina nûçegihanê me li gundewarê Dirbêsiyê, di derbarê vê yekê de tê diyarkirin ku piştî cejna Qurbanê, bi taybet metirsî li cem xelkên herêmê çêbûye ji ber zêdebûna hejmara xelkên herêma Kurdistana Sûriya bi ketina Koronayê ber çav e.

 

Di derbarê vê yekê de, sermiyanê malbatekê ji nûçegihanê me re çîroka xwe û veyrûsê tîne ziman bê yî ku navê malbatê û cihê lê dijîn bê bide nasîn jî li ser daxwaza xwediyê malbatê ye.

 

Her wiha sermiyanê malê çîroka xwe tîne ziman: “Bi rastî li cem me hîn cejin wekî demên berê ye ku xelkên herêmê serdana hev dikin û cejna hev pîroz dikin. Ev cejna Qurbanê ya derbas bû dîsa serdana xelkên herêmê li gel hev hebûn, Me jî serdana xelkê kir û xelkê jî serdana me kirin “.

 

Her wiha Sermiyanê malê anî ziman û got: “Lê piştî cejna Qurbanê bi sê rojan ez û kurê xwe ji nişkêve em nexweş ketin û nexweşiya me jî Bahor bû (Bapêj), Ez çûm dermanxaneyê min derman anî û hin mêwe jî û dema min derman kirî yê dermanfiroş Keniya û ji min re got vî dermanî bixwe û heger tu bi Koronayê be jî tê rihet(saxlem) bibe, û bi rastî ta sê roja em sipîsax bûn “.

 

Her wiha sermiyan got: “Piştî deh roja min bihîst ku hin ji kesên yên serdana me kiribûn ji bo cejna Qurbanê nexweşiya veyrûsa korona li dora wan hatibû peydakirin, bi rastî heger me berî nexweşiya xwe rewşa wan kesa bibhîsta di wê baweriyê de bin wê rewşa me bi giştî ber bi nebaşiyê de biçiya, Spas ji XWEDÊ re ku me rewşa wan bi derengî bihîst piştî ku em rihet bûn”.

 

Hêjaye gotinê, ku dema mirov mîna wek vê çîrokê guhdarî dike di derbarê veyrûsa korona de, tê diyarkirin divê mirov tiçarî xwe netirsîne ji ber nexweşiya veyrûsa korona ta mirov xwe bi awayekî xwezayî çareser e bikin .

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.