المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Qamişlo : bi boneya salvegera 9emîn ser revandina Behzad Dorsin semînerek li dar xist

0 93

Partiya Demoqrata Kurdistan- Sûriya , îro roja yekşemê 24 ê Cotmeha 2021″an , bi boneya salvegera 9emîn ser revandina xebatkar ” Behzad Dorsin ” li ofîsa PDK-Sê ya rojhilatî Qamişlo semînarek li darxist …

 

û herwiha ev yek bi beşdarbûna endam û alîgirên partî û encûmena niştîmanî û rêxistinên sivîlan ….

 

û ev semînar ji aliyê M, ” Mihemed Îsmaîl ” berpirsê rêvebir di ofîsa siyasî ya  PDK-Sê û endamê desteya serokatiya ENKSê ve hate pêşkêşkirin …

 

M, Mihemed Ismaîl ” bi firehî Ser dîrok û karê xebatkar ” Behzad Dorsin ” Û xebata wî ya netewayî di tevgera siyasî kurdî de û herwiha ji bo doza Azadiya miletê kurd û bigihêjin mafê xwe yên rewa axivî ..

ku di roja “24/10/2012 ” an de, li devera Dêrikê hate revandin.

Xebatkar ” Behzad Dorsin” kesayetekî welatparêz û niştîmanperwer bû bi rêzdarî û dilsozî ji bo doza Azadiya gelê xwe re di kar û xebata netewayî di tevgera siyasî kurdî de dikir….

 

Û herwiha tê zanîn ku xebatkarê kurd “Behzad Dorsin ” di sala “1964 ” li bajarê Dêrikê ji dayîk bûye, û di ciwaniya xwe de tevlî nava tevgera siyasî kurdî û refên Partî bû û Dorsin herdem ji bo helwestên xwe di piştevaniya şoreşa Sûriyê û tevgera kurdî û mafên rewa yên gelê kurd de di xwenaskirina xwe de bi nav û deng bû..

 

Ragihandina ENKS ê

Raport : Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.