المجلس الوطني الكوردي في سوريا

AMÛDÊ: RÊXISTINA AMÛDÊ YA PDK-Sê TÊKOŞER BEHZAD DOESIN DI 9EMÎN SALVEGERA REVANDINA WÎ DE BI BÎR ANÎ.

0 92

 

Rêxistina Amûdê ya PDKSê, têkoşer Behzad Dorsin di nehemîn salvegera revandina wî de bi bîr anî.

 

Di roja Yekşemê 24ê Cotmeha 2021ê de, PDK-Sê Rêxistina Amûdê endamê ofîsa Siyasî û endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê têkoşer Behzad Dorsin ku 9 sal bûye li ser revandin wî bi bîr anîn.

 

Di destpêkê de, bi xêr hatina hemû beşdaran ji aliyê M.Xelîl Alûcî ve hate kirin , , û xulikek bêdengî ji bo giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê,û di pêşî de, Barzaniyê nemir, hat girtin.

 

Herwiha bi amadebûna encûmena xwecihî ya Amûdê, kesayetî û şêniyên bajar û gundewarê wê.

 

Û piştre daxuyaniya PDKSê, ji aliyê endamê Komîteya Herêmî M. Ferhan Zelfo ve, hate xwendin.

Herwiha axaftinek ji qonaxên jiyana têkoşer ji aliyê endamê Komîteya Navendî û berpirsiyarê Rêxistina Amûdê ya PDK-Sê ,M. Hesen Remzî ve, hate pêşkêş kirin.

 

Li cihê ku têkoşer Behzad Dorsin, hat revandin hevalê wî ciwanê bi navê Nîdal Osman jî pêre bû di 24.10.2012an de

ji aliyê çekdarên ser bi PYDê ve, piştî ku çend caran ji aliyê wan ve hatibû gefkirin (tehdîdkirin), bi taybetî di 22 û 23 -ê heman mehê de, ku tê vê wateyê ku têkoşer Dorsin, bi delîlên berbiçav, di bin desthilatdariya wan de ye.

 

Di nehemîn salvegera revandina têkoşer Behzad Dorsin û hevrêyê wî Nîdal Osman de, di demekê de ku em bi tundî van rêbazên tirsê yên polîsan li dijî çekdar û xwediyên ramanê şermezar dikin, di heman demê de em daxwaza azadkirina wan û hemû kesan dikin. hevalên partiya me ,Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriye.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.