Partiya Demoqrata Kurdistan- Sûriya , îro roja yekşemê 24 ê Cotmeha 2021″an , bi boneya salvegera 9emîn ser revandina xebatkar ” Behzad Dorsin ” li ofîsa PDK-Sê ya rojhilatî Qamişlo semînarek li darxist …
û herwiha ev yek bi beşdarbûna endam û alîgirên partî û encûmena niştîmanî û rêxistinên sivîlan ….
û ev semînar ji aliyê M, ” Mihemed Îsmaîl ” berpirsê rêvebir di ofîsa siyasî ya PDK-Sê û endamê desteya serokatiya ENKSê ve hate pêşkêşkirin …
M, Mihemed Ismaîl ” bi firehî Ser dîrok û karê xebatkar ” Behzad Dorsin ” Û xebata wî ya netewayî di tevgera siyasî kurdî de û herwiha ji bo doza Azadiya miletê kurd û bigihêjin mafê xwe yên rewa axivî ..
ku di roja “24/10/2012 ” an de, li devera Dêrikê hate revandin.
Xebatkar ” Behzad Dorsin” kesayetekî welatparêz û niştîmanperwer bû bi rêzdarî û dilsozî ji bo doza Azadiya gelê xwe re di kar û xebata netewayî di tevgera siyasî kurdî de dikir….
Û herwiha tê zanîn ku xebatkarê kurd “Behzad Dorsin ” di sala “1964 ” li bajarê Dêrikê ji dayîk bûye, û di ciwaniya xwe de tevlî nava tevgera siyasî kurdî û refên Partî bû û Dorsin herdem ji bo helwestên xwe di piştevaniya şoreşa Sûriyê û tevgera kurdî û mafên rewa yên gelê kurd de di xwenaskirina xwe de bi nav û deng bû..
Ragihandina ENKS ê
Raport : Hêvî Delî