Di roja pêncşemê 6.5.2021ê de,ofîsa ragihandinê ya navendî ya ENKSê,piştî rawestandina civînan bi sedema veyrûsa korona careke dî , bi rêveberiya her du berpirsiyarên ofîsa ragihandinê mamoste Hesen Remzî û mamoste Si’ûd Elehmed li Kurdistana Sûrî li bajarê Qamişlo li navenda Tevgera Çaksazî civîna xwe ya asayî li darxist.
Herwiha bi beşdarbûna nûçegehanên giştî û herêmên cûda.
Di destpêkê de xulekek bê deng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û li ser giyanê Barzaniyê nemir rawestiyan.
Piştre mamoste Hesen Remzî, berpirsiyarê ofîsa ragihandinê bi xêr hatina hemû nûçegehanan kir.
Û li ser giringiya rola ragihandinê û pêwistiya wê di vê qonaxa hestiyar de ya ku gelê me di wê de derbas dibe anî ziman.
Herwiha mamoste Remzî, rawestiya li ser rol û bandora ragihandinê di aliyê erênî û neyinî de,û ji aliyekî dî jî,rawestiya li ser Zelalmendî û rasteqîna rola ragihandinê li gorî mijaran.
Herwiha berpirsên ofîsa ragihandinê spasiya hemû nûçegehanan kirin, di derbarê nirxandina kar û xebata wan de.
Piştre hemû nûçegehanan nerînên xwe diyar kirin bi awayekî azad û serbest û persivdana taybetmendiyên wan hat dan bi awayekî zelalmendî ji aliyê rêveberiya civatê .
Herwiha civatê hin pêşînyar sitendin di derbarê pêşketina karê ragihandinê de di pêşerojê de .
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah