المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Bi ser Rewşa aborî ve ya zehmet , Xelkên Bajarê Qamişlo amadekariyê Cejna Remezanê dikin ..

0 100

Welatiyên bajarê Qamişlo Bi helkeftina nêzîkbûna cejna Remezanê ya sala 2021an , amadekariyên xwe dikin ji bo dabînkirina pêdeviyên cejnê û di vê derbarê de tevgera xelkê di nava bazarê de zêde dibe.

Û herwiha di derbarî çarçoveya rewşa xelkê û kirîn û firotina di nava bazarê de malpera ENKS ê nerînên xelkê şopand,

Û her li ser vê mijarê bazirganiyek di nava bazarê de anî ziman û got:

”  tevgera welatiyan di van demê cejnê de pir geş û çalakbûye , ku cil û berg û hemû alav û xwestekên cejnê bikirin û bi kêf û xweşî pêşwaziya cejnê bikin”.

Û ji rexekî dî ve welatiyek diyakir ku rewşa aborî ya aloz bandoreke neyînî li ser Jiyana xelkê dike ji sedema buhabûna nirxê hemû kelûpelan ,  taybet bi nêzîkbûna cejna Remezanê.

Û herwiha berdewam kir û got :

” ji bilî daketina Nirxê dolar di vê dema dawî ku berî niha pir bilind bûbû,  lê nirxê kereseyan hin nehatiye daketin û bi vî awayî beşek ji hemwelatiyan nikarin tevahiya xwestekên cejnê ji Zarokên xwe re bikrin û bidest bixin”.

Û herwiha nexweşiya koronayê û qedexeya hatûcûnê di vê dema bûrî de û rawestandina kar jî bûn sedemên sereke ji belengezî û zehmetiya jiyanê ji aliyê rewşa aborî ji bo welatiyan li Kurdistana sûriya..

Û her daxwaz û hêviyên welatiyan ku kesên berpirsiyar û firoşkar ku bibin alîkar  bi  miletê xwe  re , taybetî di vê rewşa aborî ya zehmet de….

 

Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.