المجلس الوطني الكوردي في سوريا

MAMOSTE EŞREF ELMELA Û M.IDRÎS ŞÊX XELEF JI ALIYÊ OFÎSA KARÛBARÊ ENCÛMENÊN XWECIHÎ VE HATIN XELATKIRIN …

0 72

Di roja çarşemê 5ê heyva gulanê sala 2021ê de,ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve,di civata encûmenên xwecihî de yên bi ser ENKSê ve,li bajarê Qamişlo M.Eşref Elmela û M.Idrîs Şêx Xelef xelat kirin .

Herwiha ev xelat hat kirin ji aliyê serokê encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve mamoste Mihsin Tahir .

Ev xelat r rêzgirtin hatiye kirin pîştî nirxandina kar û xebata mamoste Eşref Elmela û mamoste Idrîs Şêx Xelef di dema deh salên derbasbûyî de,dema serokatiya encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarên wê ya pakrewan Ciwan Elqutna ya bi ser ENKSê ve dikirin.

Wek tê zanîn her du mamosteyan di qonaxeke pir zahmet û dijwar de, bi wefedarî xizmeta piroja netewî ya Kurdî dikirin û hîn berdewam in .

Hêjaye gotinê mamoste Eşref Elmela û mamoste Idrîs Şêx Xelef,endamên xwecihiya bajarê Dirbêsiyê û gundewarên wê ne ya pakrewan Ciwan Elqutna ya bi ser ENKSê ve, Û demek dirêj karê serokatiya xwecihiyê kirine.

 

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.