المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Barandina baranê li Dêrikê ziyan daye malên welatiyan..

0 67

Duh roja yekşemê 24ê avdarê 2019an li bajarê Dêrikê lehiyek rabûye ji berdewamiya barandin baranê ku ev du roj baran ne sekiniye û malên hemwelatiyan tije av bûye û welatiyan li kolanan mane û baran bi rengekî xwurt dibare, lewra ziyan gihîşt malên welatiyan.

Herwiha rade baranê gelekî bilind bûye û derbasî malan bû û metirsike mezin heye ku xaniyên bi heriyê bi ser welatiyan bê xwarê û bi herife.

Di vê derbarê de welatiyek bi navê Bavê Rêzan ji peyamnêrê me re got : “Ev serê du rojan ku ev baran ne sekiniye û av derbasî malê me dibe û rewşa me xerab e û tirsa me ku ev baran ne sekine û ziyana wê bigîhêje alavên me”.

Di berdewamiya şopandina peyamnêrê me ji rewşa hemwelatiyan jinek ku bi navê Bişrê ji me re got: ” Ev baran wek xezeb e  ku ev di roj dibare û ne sekiniye û tirsa me ew e ku xanî bi ser me de bên xwar, ji ber vê yekê gelek mane asê dervî malên xwe û nikarin ji baranê vegerin”.

Rapora : Yusra Zibêr.

Ragihandina ENKS

Leave A Reply

Your email address will not be published.