المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ofîsa çand û ragihandinê û ofîsa çalakiyan ya rêxistina rojhilatî Qamişlo ya PDKS ê, civîna xwe ya asayî li darxistin..

0 79

Diho roja çarşemê “7” ê, cotmeha “2020” an, ofîsa çand û ragihandinê û herwiha ofîsa çalakiyan ya rêxistina rojhilatî Qamişlo ya PDKS ê, civîna xwe ya asayî li darxistin û ev yek bi amadebûna berpris û endamên ofîsê .

Di destpêkê de xuleke bê deng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir.

Û herwiha piştre di civînê de xalên giring di warê li darxistina çalakiyan de baş rawestiyan .

herwiha di derbarî naveroka vê civînê de M,”Lava Delî ” berpirsa rêxistina jinê ya rojhilatî Qamişlo û endama ofîsa çalakiyan ya PDKS, ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman:

“Ku Îro “7” ê, cotmehê de, civata asayî ya ofîsa çalakiyan û çand û ragihandinê ya bi ser PDKS ê ve hate li darxistin û ev yek ji bo gengeşekirina mijarên giring di warê çalakiyan de

û herwiha ji rexekî dî ve di civînê de baş rawestiyan li ser giringiya rola ragihandinê û pêwîstiya pêşketina karê wê û çawaniya pêşxistina ofîsa çalakiyan bikin bi rêya li darxistina semînaran û vekirina korsan di warên cûda de yê( Civakî û Siyasî û çandî )di demên pêde,

û nexasim piştî rawestandina çalakiyan di derbarî belavbûna nexweşiya koronayê ku li hemû Cîhanê hatiye belavkirin”.

û herwiha ji rexekî dî ve “Delî” anî ziman:

” kar û xebata me berdewam me di ber xizmeta miltê kurd de”.

Û herwiha di dawiyê de hemû beşdarên nerîn û pêşinyarên xwe bi zelalî diyarkirin û ev yek ji bo pêşketina karê ragihandina PDK-sê.

 

Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.