المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ENCÛMENA XWECIHÎ YA BAJARÊ DIRBÊSIYÊ Û GUNDEWARÊ WÊ CIVÎNA XWE LI DAR XIST.

0 79

 

Duh piştî danê nîvro demjimêr 5ê êvarî di roja çarşemê 29.7.2020an de, encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve, civîna xwe ya yasayî li dar xist.

Civîn hat li dar xistin bi beşdarbûna endamên xwecihiyê, û li ser lîsta kar sekinîn bi rêkûpêk.

Di destpêkê de xulekek bê deng li ser giyanên pakrewanên Şoreşa rûmet û azadiyê û bi taybet li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir rawestiyan.

 

Her wiha di derbarê rewşa rêxistinî, rapora hatîye ji ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî hat xwendin û hemû endaman hatin agahdar bi biryarên nû yên hatibûn derandin ji aliyê emendariya giştî ya ENKSê.

 

Her wiha li ser rewşa xwecihiyê baş hat şirovekirin, û hin pêşînyar jî hatin sitendin, di derbarê pêşketina xwecihiyê de.

 

Her wiha xwecihî li ser rewşa siyasî jî baş hat axivîn, bi taybet li ser bûyerên herî dawî yên nû .

 

Her wiha xwecihî rawestiya li ser rewşa Kurdî – Kurdî li ser danûsitendinên tên kirin yên di navbera ENKSê û PYNK de piştî pêşxiriya fermandarê HSDê Cinêral Mezlûm Kobanê û bi çavdêriya baylozê Emrîkî Wîlyam Rûbak û bi piştgirtiya serdariya herêma Kurdistanê .

 

Her wiha civat tekez kir li ser piştgirtî û

piştevaniya encamên qonaxa yekem ji danûsitendinên di derbarê nerîna Siyasî yên hevbeş, û hemet li ser rêkeftina Dihokê bikin wek bingeh bigrin, û lêkolîn ji bo sazkirina beregeh bi hemû deshlatan şad be, û hemû dosayên rêveberî û lêşgerî û aborî û rêzdariya serxwebûna biryara kurdên Sûriye bê girtin.

 

• Herwih civatê tekez kir li ser nêzîkbûna Kurdî ku ne dijî ti pêkhatiyên civakî û regezê olî ji xelkên herêmê bi awayê taybet û Sûriye bi awayekî giştî.

• Her wiha civat rawestiya li ser rewşa belavbûna veyrûsa korona û pêwîstî bi parastinê heye.

Her wiha civat rawestiya li ser ragihandina Eniya Aştî û Azadî.

Di derbarê vê yekê de,s erokê xwecihiya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê, mamoste Eşref Elmele ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:”Em vê gavê pîroz dikin ji ENKSê re û ji hemû pêkhatiyên herêma Kurdistana Sûriya re, û ev gav wê bibe piştgirt ji rola opozisyona Sûriya yê di derbarê danûsitendinên li ser masa civaka navdewletî de, ji bo çareseriya siyasî ji kirîza Sûriye li gorî biryara civaka navdewletî 2254. Û bi giştî, em dibînin gavek erênî ye ji hemû pêkhatiyên Sûriya re”.

Her wiha Elmele axaftina xwe berdewam kir û got:”Em tekez dikin ku ragihandina vê Eniyê wê erênî be ji danûsitendinên yên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê de”.

 

Di dawî de civatê bi giştî berdewamiya xwe da xuyakirin li ser kar û xebata ENKSê, di derbarê armanca wê yî diyarkirî, ji bo piroja wê ye netewî.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:ELÎ Fetah…

Leave A Reply

Your email address will not be published.