المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Penaberekî kurd û Hevjîna wî bi sedema Şewata Konê wan jiyana xwe ji dest dan ..

0 97

Îro roja sêşemê “16 ” ê, pûşbera, 2020 an, li kampa Giwêlan yên panebarên kurdistana sûriyê li Parêzgeha Duhokê , ji sedema Ilkitrîkê agir bi konê panebarekî kurd ket û bo sedema ku ciwanê kurd bi navê Ferat Hesen Bekir yê temen 20 salî û Hevjîna wî “Filla Oso” temen 19 salî, jiyana xwe ji dest bidin ji encama şewatê .

Û herwiha tê zanîn ku ciwanê Ferat Hesen Bekir ji dayîkbûna “1999 ” li gundê “Reca” yê bi ser navçeya Mabata li gundewarê Efrînê ye .

Û herwiha hevjîna wî “Filla Oso” ji gundê Şêrewa li Efrînê ya li kurdistana sûriyê. Û di meha” 11″ sala 2019, dema êrîşkirina Tirkiyê û çekdarên Terorîst li ser bajarên kurdî li kurdistana sûriyê, ew kocberî Herêma kurdistanê bûn û li kampa Gwêlan niştecî bûn.

Ragihandina ENKS ê
Qamişlo… Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.