المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Rêxistina tendrustiyê ya cîhanî, karwanekî alîkariyên bijîşkî ji bo kurdistana Sûriya re şand…

0 75

Diho roja duşemê “15” ê, pûşberê, rêxistina tendrustiyê ya cîhanî, karwanekî alîkariyên bijîşkî ji bo Kurdistana Sûriya  re şandin.

Û herwiha ev alîkarî ji alavên bijîşkî/ pizîşkî pêk dihat di çarçoveya rûbirûbûna belavbûna Veyrûsa Koronayê.

Û herwiha tê zanîn heta niha ev karwana “Sêyemîn”e ji karwanên alîkariyên mirovî û bijîşkî ku ji destpêka belavbûna nexweşiya koronayê ji kurdistana Sûriya  re tê pêşkêşkirin, û herwiha li gorî agahiyên rêxistina tendrustiyê ya cîhanî hatî ragihand ku jema  Yekem ji alîkariyan “20” ton bû, û jema Duyem “30” ton, û herwiha ya Sêyem “32 ” ton bûn.

Û herwiha hêjaya were gotin  ku amarên pêketeyên bi Veyrûsa Koronayê li Kurdistana sûriyê tenê” Du” kes hatine tomarkirin ew jî ji nişteciyê bajarê Hesekê bûn.
Û ji rexekî dî ve hejmara tûşbûyan heya niha li navçeyên di destê rêjîma Sûriyê de gihiştiye “177 ” kesî, ji wan “6 ” kesan canê xwe ji dest dan.

Ragihandina ENKS ê
Qamişlo.. Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.