المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Herdû Aliyên Kurdî li Sûriya gihiştin levhatinekê ..

0 263

Îro roja çarşemê” 17″ ê, pûşbera, “2020” an, Encûmena niştîmanî ya kurdî li sûriya ENKS ê û Partiya Yekîtiya niştîmanî PYD ê li gel hejmarek ji Partiyên siyasî , daxuyaniyeke hevbeş belav kirin û ev nevaroka wê ye :

Îro li bajarê Hesekê şanda ENKS ê û şanda Partiyên Yekîtiya Niştîmanî , qonaxa yekem a danûstandinên Yekrêziya kurdî bi dawî kirin

û gihiştin nerîneke Siyasî ya hevbeş û pabend û li hevkirinên pêşîn ku bendên ( rêvebirin, hevbeşî, ewlehî, û parastin).
ku rêkeftina Dihokê ya sala “2014” an, bikin bingeha berdewamkirina danûstandin û diyalogên di navbera herdû şandeyan de, wê peymaneke giştî di pêşerojeke nêzîk de îmze bikin..

Û herwiha her di daxuyaniyê de herdû alî tekeziyê li ser giringiya hevkarî û Yekrêziya kurdî li sûriyê dikin ku weku gaveke dîrokî ji bo têgihiştineke mezintir û hevkariyeke giring di berjewendiya gelê kurd û hemû pêkhateyên li sûriyê de.

Û herwiha ji rexekî dî ve herdû aliyan dana xuyakirin ku karê we wek dilsoziyekê ye ji qurbaniyên mezin ên keç û xortên sûriyê û bi taybet şehîd û birîndarên kurdistana sûriyê û malbatên wan re, yên canê xwe ji bo parastina cîhanê ji sitimkar û zordariya Daîşê fîda dikin.

Û herwiha herdû aliyan ragihand ku ev têgihiştin gaveke giringe û bi serpirştiya Alîkarê cîgirê şandeyê Amerîkî yê taybet di hevpeymaniya Navdewletî “William Robak “, û fermandarê giştî yê HSD ê General “Mezlûm Ebdê ” hatiye encamdan.

Û herwiha herdû aliyan spasiya serok Mesûd Barzanî û serokê Herêma kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û General Mezlûm Ebdê kirin.

ji bo piştevaniya wan ji bo Yekîtiya kurdî li sûriyê, û herwiha spasiya Amerîka jî kirin ji bo serpirştî û piştevaniya wê ji pêkanîna pêşerojeke Demoqiratîk li sûriyê, ku tê de mafên hemû pêkhateyan parastî be..

Encûmena niştîmanî ya kurdî li sûriya
Partiyên Yekîtiya Niştîmanî kurdî

17 ê, pûşbera, 2020

Ragihandina ENKS ê
Wergêr :Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.