المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Penaberê Kurd ê bi navê “Mihemed Qadir” canê xwe ji dest da ji ber şewatê..

0 89

Tê zanîn ku berî du rojan li kampa Berdereş ya penaberên Kurdistana sûriyê, konê panebarekî rastî şewatê hatibû ji sedema elektrîkê û di encamê de xortekî kurd bi navê “Mihemed Qadir”, birîndar bibû û hate veguhastin ji bo nexweşxaneya Dihokê.

Û îro roja şemiyê” 29″ Tabaxê, ciwan kurd “Mihemed Qadir”, ji ber giranbûna şewatê di nexweşxaneyê de Jiyana xwe ji dest de.

Û tê zanîn ku “Mihemed Qadir ” Temen “16” salî ji dayîkbûna bajarê Kobanê , îro termê wî bi rêya deriyê sêmalka derbasî Rojavayê kurdistanê bû û hat veguhastin li bajarê Kobanê yê Kurdistana sûriyê.

Û ji rexekî dî ve hêjaya were gotin ku di” 10″,ê, cotmeha sala 2019 an, û piştî Topbarankirin û erîşkirina tirkiyê li ser herêmên kurdî li Kurdistana sûriyê, ku ev yek bo sedema derketina pêlek koçberiyê û hejmareke mezin ji welatiyan derbeder û koçber bûn û berê xwe dan herêma kurdistanê û di vê derbarê de deriyê sînor li pêşiya penabaran vekirin û li kampa Berdereş hatin niştecîh kirin …….

 

Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.