المجلس الوطني الكوردي في سوريا

GUNDEWARÊ DIRBÊSIYÊ: WELATIYEKÎ KURD DIBÊJE HER YEK DIVÊ PARASTINA GUNDÊ XWE BIKE JI BO KARÊN XERAB NEYÊN BI KAR ANÎN

0 88

 

Piştî êrîşkirina Turkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve, bi ser herêmên Kurdistana Sûriya, karê diziyê û xerabî li herêmê pir tê bi kar anîn.

Li gorî zaniyariyan û şopandina nûçegihanê me, duh bi şevê katijmêr zêdeyî 10ê şevê di roja înê 28.8.2020an de, komek ji diza derbasî navbera gundên Xatûna, Çolbesan û Cewzat bibûn yên bi ser bajarê Dirbêsiyê ve, ta dizî û karên xerabiyê bikin.

Di derbarê vê mijarê de, welatiyekî Kurd ji gundê Xatûna yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve, bi navê Hemîd Hisên ji malpera me ya ENKSê re axivî û anî ziman:”Bi rastî piştî êrîşkirina Turkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve, bi ser herêmên me de, xelkên herêmê ketine metirsiyê de, ji ber ku aramî û ewlehî pir kêm bûye”.

Herwiha Hemîd got:”Wek va li cem me şeva çû komek ji diza derbasî nav van gundên me bibûn, em nema zanin evana ji bo diziya xwe bikin yan ji bo karên din bi kar bînin, ji aliyekî din jî dema gundê bi giştî ketin rengê parastinê pir baş bû, lê ji aliyekî din jî zarokên piçûk pir tirsiyan û ev jî bandorek pir ne baş dike li ser jiyana wan ji aliyê derûnî:.

Herwiha Hisên got”:Bi alîkariya hemû nişteçiyên gund ew kesên xerab bazdan û ne hiştin xerabî li gund çêbibe, ji ber vê yekê divê her yek parastina gundê xwe bike ta karên xerab neyên bi kar anîn û zarokên me bi aramî razên”.

Li gorî çavkaniyên taybet yek ji wan kesên xerab hatiye girtin ji aliyê asayîşê ve.

Hêjaye gotinê ku aramî û ewlehî pir kêm bûye, li deverên Kurdistan Sûriya, ji ber vê yekê xelkên herêmê çavên wan li danûsitendinên yên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê de, ji bo yekhelwest û yekrêziya Kurdî ta xelkên herêmê bi awayekî aramî jiyana xwe berdewam bikin.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.