المجلس الوطني الكوردي في سوريا

EBÛ RASÊN: XELKÊN BAJAROKÊ EBÛ RASÊN JI BER PIROPAGANDAN METIRSÎ KETIYE NAV WAN .

0 84

 

Li gorî zaniyariyan di vê dema dawî de, bûye çend roj tê ragihandin bi awayekî ne sererast di nav xelkên herêmê de, bi hazirkirin û destpêkirina operasiyonekê ji bo derxistina komên Çekdar yên bi ser Turkiya ve, ji bajarê Serê Kaniyê û gundewarê wê.

 

Herwiha ji aliyekî din jî, li gorî agahiyên taybet,Tirkiya ji aliyê sînorê xwe rastî gundê Qermanê yê dikeve rojavayê bajarê Dirbêsiyê lêşgerê xwe û komên Çekdar yên bi ser wê ve tije dike.

 

Li gorî zaniyariyan û şopandina nûçegihanê me di derbarê liv û tevgera herêmên Kurdistana Sûriye, piştî êrîşkirina Turkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve li ser herêmên Kurdistana Sûriye.

 

 

Tê diyarkirin ku bi taybet herêma Zirgan wek bajarokê Ebû Rasên, liv û tevgera wê kêm bûye, ji ber ku xelkên wê bê hêvî bûne ji bo ku vegerin xaniyên xwe, ji ber ku ta niha jî her ji demekê bajarê Ebû Rasên û gundewarê wê tê topbarankirin ji aliyê komên Çekdar yên bi ser Turkiya ve.

 

 

Di derbarê vê yekê de, çavkaniyekî taybet ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:”Bi rastî xelkên bajarê Ebû Rasên û gundewarê wê hêdî hêdî vedigeriyan xaniyên xwe û liv û tevgera bajarê pak dibû.

 

Lê mixabin bi taybet,  di roja duşemê 27/7/2020an de, bajarê Ebû Rasên ji aliyê komên Çekdar yên bi ser Turkiya ve, hat topbarankirin, malbatên ku dixwestin vegerin xaniyên xwe dîsa bê hêvî bûn li ser vegerê.

Herwiha dîsa tirs ketiye nav xelkên herêmê, ji ber ku ev bû çend roj bi awayekî ne sererast tê ragihandin bi destpêkirina operasiyonekê ji bo derxistina komên Çekdar ji bajar Serê Kaniyê û gundewarê wê, ev jî bûye cihê metirsiyê li cem xelkê herêmê, ji ber vê yekê hin ji xelkên herêmê alavên xwe vedighezînin mîna patozan û hin tiştên din.

 

 

 

Hêjaye gotinê ku ev piropagindên ji her demekê û demekê tê ragihandin û dibe cihê metirsiyê li cem xelkên herêmê, ev vedigere li ser erkê berpirsiyarên sererast ta xelkên herêmê bi awayekî Zelalmendî wan li ser rewşê bide nasîn. Û bi taybet herdu welatên xwedî hêz Emrîka û Rûsiya divê li ser van mijaran bi awayekî berpirsiyarî li ser bisekinin ta xelkên herêmê bi aramî jiyana xwe berdewam bikin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.