المجلس الوطني الكوردي في سوريا

PDKê di helbijartinên parlamentoya Iraqê 33 kursî bi dest xist

0 70

Di 10ê Cotmeha 2021″an de, li seranserî Îraqê û Herêma kurdistanê helbijartinên parlamentoya îraqê destpêkirin …

 

Û herwiha li gorî encamên fermî ku komîsyona bilind a serbixwe ya hilbijartinan a îraqê eşkere kiriye û  ragihandî ku Partiya Demokrata Kurdistanê ” PDK” karîbû 33 kursiyên parlamentoya îraqê misoger bike û bi dest bixe…

 

Û her bi boneya serkeftina PDK di proseya hilbijartinan de serok ” Mesûd Barzanî” di peyama xwe de wiha anî ziman: destpêkê de pîrozpahiyeke germ arasteyî hemû gelê kurd kir ,Ku serkeftina partiya Demokrata Kurdistanê di van hilbijartinan de tê wateya serkeftina prensîp û nirx ku xebat û têkoşîna gelê kurd li ser rawestaye ..

 

Û ji rexekî dî ve serok ” Mesûd Barzanî” di peyama xwe de daxwazek pêşkêşî aliyên kurdî kir ku derbarê serkeftina proseya hilbijartinê serkeftina îradeya gel û serkeftina demokirasî ye û her ji bo vê yekê jî hêvîdarim piştî van hilbijartinan aliyên Kurdistanî yekrêz û temamkarê hev du bin û ji bo yek armanca hevbeş û bi navê berjewendiyên bilind yên kurdistanê kar bikin …

 

Û herwiha ji aliyekî din ve serokê Herêma kurdistanê ” Nêçîrvan Barzanî” di peyameke pîrozbahiyê belav kir û têde amaje pê kir derbarê serkeftina hilbijartina pêşwext a parlamentoya Îraqê û serkeftina PDKê  ku îraq û Herêma Kurdistanê di qonaxeke nû de ne û divê bi hev re ji bo erk û berpirsyariya hevbeş û astangiyên qonaxa bê amade bikin , ji ber êdî dema wê ye em bi hev re kar bikin ji bo damezrandina hikûmeteke niştîmanî ya federal ku rengvedana xwest û hêviyên welatiyan be, destûrê pêk benefits, sazî û dezgehên dewletê bihêz bike, girûp û hêzên çekdar ên li derveyê qanûnê kontrolê bike , li ser bingeha destûr û hevbeşiya hemû pêkhateyên Îraqê, proseya siyasî rast bike û ber bi paşerojeke baştir ji bo hemûyan û welat bi rêve bibe…

 

 

 

Ragihandina ENKS ê

Qamişlo…Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.