المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Ahenga îmzekirina pertûka ” Koçber û penaber im” a helbestvan Rojdiyar Hemê li Domîz hat lidarxistin

0 66

Yekîtiya nivîskarên kurdistana Sûrîyê ” Şaxê Duhokê” roja sêşemê 14ê Cotmeha 2021″an ahinga imzekirina pirtûka helbestvan ” Rojdiyar Hemê” ya bi navê” Koçber û Penaber im” li hola Soz a komfransan li kampa Domîz yek li darxist …..

Û herwiha ev yek bi amadebûna cemewar û endamên Yekîtiya nivîskarên kurdistana Sûrîyê û kesayetên rewşenbîr bi rê ve çû …

Û di destpêkê de xuleke bê deng rawestiyan ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir …

Û piştre gotina Yekîtiya nivîskarên kurdistana Sûriyê ji aliyê helbesvan ” Goher Feteh” ve hate pêşkêşkirin û derbarê pêwîstiya rol û giringiya xwendinê taybet bi zimanê kurdî anî ziman…

Û herwiha ji rexekî dî ve helbestvan ” Rojdiyar Hemê” di ahingê de bi kurtî behsa pirtûka xwe kir …

Û di vê ahinga imzekirinê de hin helbestên helbestvan ” Rojdiyar Hemê” ji aliyê hunermend ” Îsa Ibrahîm ” ve hate pêşkêşkirin….

Û herwiha helbestvan ” Rojdiyar Hemê” pirtûka xwe diyarî desteya rêvebir ya YNKS kir û ji hêla serokê şaxê Duhokê ve helbestvan Vanês Mîranî ve hate wergirtin …..


Ragihandina ENKS ê
Qamişlo…Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.