المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ELMANIYA: FÛAD ELÎKO SEMÎNAREK SIYASÎ Û CEMAWERÎ BI RÊ VE BIR

0 73

Bi boneya 5emîn salvegera komkujiya Hola Senabil li bajarê Hesekê ji aliyê rêxistina terorîst a DA’Şê ve, ku têde nêzî 37 şehîd dan, di nav wan de parêzer Beha’edîn Fatimê, endamê Komîteya Navendî ya PYKSê bû .

Û du sal piştî êrîşa artêşa Tirik û bi hevkariya komên girêdayî wê li bajarê Serê Kaniyê û Girê Spî…, Rêxistina Bakurê Elrayin ya Partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriye li Elmaniya li bajarê Esen her du bone vejandin, bidarxistina semînareke siyasî bi rêveberiya M. Fûad Elîko, endamê komîteya siyasî ya partiyê li ser dawîn pêşhatên siyasî li ser rewşa Sûriyê bi giştî û Kurdî bi taybetî.

Ev yek bi beşdarbûna nûnerên ENKSê, Partiya Demokrata Kurdistan – Iraq, û partiyên kurd, û komek ji nivîskar, rewşenbîr, rêxistinên civaka sivîl û cemawerekî têkildarî bi rewşa siyasî û kurdayetî.

Piştî ku Heval Îsa, endamê Komîteya Navendî, hin hûrgilî li ser komkujiya Hola Senabil û şehadeta Beha Fatimê vegot, û awayê êrişa Tirkiyê û komên çekdar li Serê Kaniyê û Girê Sipî, piştre M.Fûad Elîko derbarê şehîd Beha axivî li ser tekoşîna wî, exlaqê wî û rola wî ya berçav li bajarê Hesekê, paşê wî ser rewşa siyasî li ser qada Sûriyê bi giştî û qada kurdî bi taybetî gotûbêjkir.

Semîner bi çend destwerdan û pirsan bi dawî bû, ku M.Fûad Elîko bi hembêza xwe û bi zelalmendî bersiv da.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.