Home / Breaking news / PDK-Sê salvegera koçberkirina 33emîn a Nûredîn Zaza vejand

PDK-Sê salvegera koçberkirina 33emîn a Nûredîn Zaza vejand

Diho 10ê Cotmeha 2021″an partiya Demokrata Kurdistan- Sûriya, li bajarê “Lozan” yê Swîsrayê salvegera 33emîn ya koçbarkirina têkoşer û xebatkarê kurd D, Nûredîn Zaza ” vejand bi serdana gora wî…

Û ev yek bi amadebûna serkirda û endam û Alîgirên partî û kesayetên nivîskar û rewşenbîrî û herwiha bi hazirbûna malbata wî ku serdana gora wî kirin ….

 

Weku tê zanîn Dr, Nûreddîn Zaza, ku kesayetekî siyasetmedar û nivîskar û rewşenbîr bû û xwedî karîzmayeke siyasî û civakî bû û cihê xwe di nava civaka kurdî de girtibû, û ji ber vê yekê ta niha xelk li dîrok û nivîsandin û çîrokên wî yên navdar û balkêş guhdar dikin “.

 

Dr, Nûreddîn Zaza ne tenê welatparêz û siyasetmedar bû, nivîskarekî zîrek û jêhatî bû timî li ser derd û êş û azarên miletê kurd di anî ziman”.

 

di derbarî xebata wî ya neteweyî de :

 

” ku “Zaza”, Jiyana xwe di ber bilindkirina navê kurdan derbas dikir ji bilî hemû astengî û zordariyên lê dihatin kirin ji zindankirin û sirgonkirinê ji aliyê rêjîman ve, lê ev yek nebû kelem li pêşiya çalak û xebata “Zaza” ji wefadarî û dilsoziya ji bo doza Azadiya gelê xwe re” .

 

hin zaniyarî li ser Jiyan û Dîroka Dr,” Nûredîn Zaza “, :

 

Dr,”Nûredîn Zaza ” di sala “1919”an de ,ji dayîkbûya li gundekî nêzîkî Amedê li Bakûrê Kurdistanê, û ji malbatekî welatparêz û niştîmanperwer bû , û di sala “1925”an, ji ber ku melbata wî tevlî şoreşa Şêx Seîd Pîran bûn ji aliyê Hikûmeta Tirkiyê ve hatin girtin ,û ji vê sedemê “Nûreddîn Zaza ” di wê demê de temen “7 “salî bû neçar bû bi birayê xwe re Dr, “Nafiz ” derbasî Kurdistana Sûriya  bûn û li bajarê Qamişlo bicih bûn.

 

Û herwiha Dr, “Nûredîn Zaza ” xwendina xwe ya seretayî û amadayî li Kurdistana sûriyê xwend,

û di sala “1945” an, berê xwe de welatê Lubnanê û li Beyrûtê xwendina xwe ya bilind di beşê Zanistên Siyasî de li zanîngeha Frensî bi dawî kir.

 

Û di sala “1949”an de, li gel hevalên xwe komeleya Xwendevanên kurd li Ewropa ava kir .

 

Û di “14”ê hezêrana sala “1957 “an , Dr, “Nûredîn Zaza ” , partiya Demoqiratî kurdî li sûriya , damezirandin û bû yekemîn serokê wê partiyê û bi dest çalakiyên siyasî kir .

 

Û herwiha Nivîskarê kurd “Dilawer Zengî”, li ser “Nûredîn Zaza” dibêje :

 

” ku ew xwediyê berhemên wêjeyî bû jî, û bi wan berhemên wêjayî wî karîbû xwe bike neynika civaka kurdî.

 

Û herwiha yek ji helbestên wî ev bû:

Li ser rêya dijwar .

Min jî kire pir hewar.

Da ji bo we jî rojekê

Dinya bibe gulbehar .

 

Û Di roja “7 ” ê cotmeha sala “1988” an, Dr,”Nûredîn Zaza “, di temenê xwe yê “69” salî de li welatê Siwêsra Jiyana xwe ji dest da, û li goristana bajarê” Lozan “bi xakê hat spartin..

 

Ragihandina ENKS ê

Qamişlo….Hêvî Delî

About ferhad Şêxo

Check Also

ŞANDEKE NÛNERTIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSÊ BEŞDARÎ MEREASÎMA 60 SALIYA DERBASBÛNA TEVLÊBÛNA SEROK MESÛD BARZANÎ NAV HÊZÊN PÊŞMERGE BIBÛ

Li ser vexwendina Dezgeha Sehniger û Pêşmerge ,di roja Înê 20.5.2022’an de, şandeke nûneratiya Herêma …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *