المجلس الوطني الكوردي في سوريا

BERLÎN: IBRAHÎM BIRO SEMÎNAREK SIYASÎ BI RÊ VE BIR.

0 76

Ibrahîm Biro, endamê komîteya siyasî ya Partiya Yekîtî ya Kurdistanî – Sûriye, li paytexta Almaniya, Berlînê, bi amadebûna komek siyasetmedar û çalakvanên kurd semînarek siyasî bi rê ve bir.

Piştî deqeyek rêzgirtinê û pêşwazîkirina beşdaran ji aliyê Iqbal Dawûd , endamê Komîteya Navendî, ya PYK-Sê ,M. Ibrahîm Biro, li ser geşedanên siyasî yên girêdayî pirsa Sûriyê bi giştî û pirsa kurdî bi taybetî rawestiya.

Herwiha Biro, bi awayekî berfireh behsa serdana vê dawiyê ya şandeya ENKSê li gel opozisyona sûrî bo NewYorkê kir, û hevdîtinên ku wan bi nûnerên gelek welatan re kirin, di nav wan de Ewropî, herêmî û Erebî, û hevdîtinên wan bi berpirsiyarên Amerîkiyan re. û azar û rewşa xerab ên ku herêmên kurdî tê de dijîn tevî dewlemendiya xwe di neft û çandiniyê de ji ber gendelî û belengaziya rêveberiya PYDê ya herêmê, rave kirin û nerîna wan welatan li ser pirsa kurdî gihand.

Di dawiya semînarê de, gelek pirs hatin kirin, û ew bi çend destwerdan û nêrînên li ser rewşa heyî ya li Sûriyê hate diyar kirin.


Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.