المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ENCÛMENA XWECIHÎ YA BAJARÊ SERÊ KANIYÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ BI VÎNEK BIHÊZ LI DARXIST…

0 102

Bi vînek xurt û bihêz  di roja Yekşemê 1.11.2020an de, encûmena xwecihî ya bajarê Serê kaniyê li ofîsa partiya yekîtiya dîmiqratî Kurdistanî li bajarê Qamişlo civîna xwe ya asayî bi rêveberiya serokê xwecihiyê yê demkî birêz Hemîd Xelîl hat li darxistin.

Di derbarê naveroka civatê de,endamê xwecihiya bajarê Serê Kaniyê mamoste Îsa Hac Taha ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

” Hûn dizanin rewşa Serê Kaniyê pîştî êrîşkirina Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve , bi giştî xelkên wê koçber û penaber bûn û em jî wek endamên xwecihiya bajarê Serê Kaniyê em bi giştî koçber û penaber bûn,

ji ber vê yekê karê me yî rêxistinî demekê rawestiya bû ,lê dîsa me xwe da ser hev û em karê xwe yê rêxistinî berdewam dikin”.

Herwiha Hac Taha got:

” Me wek xwecihiya bajarê Serê Kaniyê îro di roja Yekşemê 1.11.2020an de li ofîsa partiya yekîtiya dîmiqratî Kurdistanî li bajarê Qamişlo civîna xwe ya asayî li darxist .

Di destpêkê de Xulek bê deng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir rawestiyan û piştre mijarên giring me gengeşe kir.

Herwiha civatê rewşa rêxistinî ya xwecihiyê baş gengeşe kirin û tekez kirin li ser pêşketin û ferehbûna karê xwecihiyê û sekinandin li ser pêwistiyên xelkên Serê Kaniyê”.

Herwiha mamoste Îsa Hac Taha got:

“Xwecihiyê carek dî bangewezî kir li hemû xelkên bajar û bajarok û deverên ku penaberên Serê Kaniyê lê bi cih bûne,ku alîkariya wan bikin ji aliyê xizmetkariyê bi taybet kiriya xaniyan û dukanan divê bi nirxê kêm bidin wan ta karibin jiyana xwe berdewam bikin”.

Herwiha Hac Taha got jî :

” Civatê hemû bûyerên herî dawî yên siyasî li ser qada Sûriya bigiştî anî ziman
Û rawestiyan li ser rewşa jiyanî ya xelkên herêmê di derbarê rewşa abûrî û bi taybet malbatên xizan”.

Herwiha civat rawestiya li ser danûsitendinên Kurdî yên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê de ya ku armanc jê yekrêzî û yekhelwesta Kurdî li Sûriya, Û beşdaran tekez kirin li ser berdewamiya van danûsitendinan û serkeftina wê ji bo xizmeta dosaya gelê kurd li Sûriya”.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.