المجلس الوطني الكوردي في سوريا

PDK-s ê ofîsa xwe ya Rojhilatî Qamişlo vekir ..

0 76

Îro roja Înê “13” ê, Avdara “2020”, demjimêr11 Beyanî,  PDK-Sê  bi fermî nivîsgehe xwe ya Rojhilatî Qamişlo vekir.

piştî daxuyaniyek ji Desteya seroketiya encûmena niştîmanî kurdî li Sûriyê biryar têde hat standin derbarî vekirina Ofîsên xwe li hemû bajaran li kurdistana Sûriyê vekin.

Vekirina vê Ofîsê bi amadebûna hejmarek ji endam û alîgirên PDK-s ê û encûmena niştîmanî û herwiha rêxistinên sivîl .

Û di vî derbarî de , endamê komîta navendî ya PDKS ê (Hesen Remzî ), wiha ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman:

“Piştî hewildanên hatin danîn di navbera me û TEV-DEMê de, ji bo yek helwestên xwe pêkbînin di tevgera siyasî de û herwiha weku Îro em dibînin Ofîsa Partî ya Rojhilatî Qamişlo hat vekirin piştî “Sê” salan ji girtinê ku bi destê hêzên ser PYD ê ve, û ew kesên ku ciwanên şoreşger dihatin naskirin çendîn caran êrîşî Ofîsa me dikirin û pelûkelên wê dişkenandin”.

REMZΠ berdewam kir û got :

” piştî girtinê karê me yê siyasî nehat rawestandina û dîsa di Ofîsên xwe de berdewamiyê li ser xebata xwe dikin weku karê siyasî û çalakiyên rewşenbîrî de ku ev Ofîs weku bingeheke siyasî û Niştîmanperwerî , û herwiha em weku PDKS ê ji bo doza mafê miletê kurd cîbicî bibe di Kar û xebatê de berdewamin” ..

Wêne ji vekirina Ofîsê

Ragihandina ENKS ê
Qamişlo… Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.