المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Xwecihiya Rojhilatî Qamişlo serdana ofîsa PDK-sê kir bi boneya vekirina Ofîsê ..

0 77

Îro roja Înê 13 ê Avdara “2020 ” an,

Piştî ku Ofîsa PDK-sê ya Rojhilatî Qamişlo  hat vekirin careke dî , şandek ji encûmena xwecihî ya rojhilatî Qamişlo ya ENKS-ê serdana Ofîsê kirin ji bo Pîrozbahiyê û beşdarbûnê di vekirinê de .

Şanda Xwecihiyê ji serokê xwecihiyê M,Şemdîn Nebî û herwiha endamên wê pêk dihat .

Hêjaye gotinê ku Desteya seroketiya ENKS ê, biryar dabû  Ofîsên xwe li kurdistana Sûriyê, ku ev 3 sal in  girtîne vebin , her wiha partiyên ku bi ENKSÊ vejî girêdayne , ji ber ku bi zorî û neçarî ev Ofîs hatibûn girtin ji rexê Asayîşa PYDê ,  Lê ev yek nebû pirsgirêk û rêgir li pêşiya Kar û xebata Encûmena niştîmanî ya siyasî û neteweyî di nav miletê kurd de, ji bo bihêzkirina baweriya milet derbarî cîbicîkirina mafê wan di kurdistana Sûriyê de..

Wêne ji Helkeftê

Ragihandina ENKS ê
Qamişlo… Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.