المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Li Qamişlo Pakrewanên 12 Adarê hatin bibîranîn ..

0 73

Îro roja pêncşemê “12 ê” Avdara “2020 ” an, demjimêr” 11″nîvro, li beramberî nivîsgeha PDKS ê, ya Rojhilatî Qamişlo,
bi boneya salvegera” 16″ emîn li ser derbasbûna serhildana” 12″ Avdarê,
Encûmena xwecihî ya Rojhilatî Qamişlo meşek li darxist.

û ev yek bi hazirbûna hejmerek mezin ji milet û bi amadebûna nûnerên partiyên siyasî û encûmena niştîmanî û herwiha rêxistinên sivîl.
Di dest pêkê de xulekek bê deng li ser giyanê pakrewanê Serhildana ” 12 “ê Avdarê hat rawestandin , û piştî wê cemawer berê xwe dan goristana pakrewanan li taxa” Qidûrbek “, li bajarê Qamişlo, û fatîha li ser giyanê pakrewanan hat xwendin.

Û herwiha gotina Encûmena niştîmanî kurdî li Sûriyê ji aliyê endamê komîta navendî ya PDKS ê, M,(Hesen Remzî ) ve hat xwendin.

di derbarê vê salvegerê de M,”Mihsin Tahir”, serokê Ofîsa Kar û barên encûmenên xwecihî yên ENKS ê , ji malpera ENKS ê re ragihand û wiha anî ziman :

” Destpêkê de dilovaniya xwedê li giyanê pakrewanên azadiyê be, yên canê xwe dan ji bo doza neteweyî û azadî û hebûna gelê kurd, û dabînkirina mafê kurdan yên rewa li kurdistana Sûriyê,

û herwiha ev rojeke dîrokiye û taybet e  ji bo miletê kurd”.

Tahir berdewam kir û got : ” şehîdên kumkujiya 2004 an,nayên jibîr kirin ku dibin Işkenceya rêjîma Esed ya sitimkar bûne qurbanî ,

Lê ev yek nabe kelem li pêşiya neteweyî û têkoşîna we, û her em soz didin li ser riya xwîna wan bişopînin ta mafê gelê kurd di kurdistana Sûriyê de cîbicî bibe û miletê kurd bigihêjin mafên xwe yên rewa ji ber vê yekê Em di Kar û xebatê de berdewamin,

û herwiha ji rexekî dî ve ji erkê me ye rêzgirtin û wefadarî bi xwîna pakrewanan bikin”  .

di vê meşê de alayên kurdistanê bi destê ciwanan hatin bilindkirin di bin dirûşma Pakrewan simbola azadiyê ne…
Em xwîna pakrewanan jibîr nakin û her sal li bîra xwe tînin.


Ragihandina ENKS ê
Qamişlo.. Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.