المجلس الوطني الكوردي في سوريا

GERÎNGEHA ROJAVA YA ENCÛMENÊN XWECIHÎ YÊ BI SER ENKS Ê VE CIVÎNA XWE YA YASAYÎ LIDARXISTIN

0 98

Di roja înê 3.5.2019an de, gerîngeha rojava ya encûmenên xwecihî yê bi ser ENKS ê ve Civîna xwe ya yasayî li darxistin , ew jî yên :

(Kobanê,Serê kaniyê,Til Temir,Hesekê û Ebû rasên)

bi rêveberiya serokê ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî M.Mihsin Tahir

û bi beşdarbûna endamên ofîsa karûbarê encûmenên xwecehî, M.Nadiya Doko
,M.Zibêr Mûsa û M.Ferhad Şêxo û herwiha bi beşdarbûna serokên encûmenên xwecihî yê gerîngeha rojava, û li ser lîsta kar rawestiyan birêkûpêk.
Di destpêkê de xulekek bê deng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û bi taybet li ser giyanê BARZANIYÊ nemir rawestiyan,

Paşî  derbarê rewşa rêxistinî , rapor hatin xwendin ji aliyê nûnerên xwecihiyan û li gorî raporên wan hat bersivdan  bi biryarên nû yê ku hatibûn derketin

,  ji aliyê Emîndariya giştî ya ENKSê.Herwiha M.Mihsin Tahir,spasiya encûmenên xwecihî kir,li ser çalakiyên ji bo vejandina hemû helkeftên ku bi wan xistibûn di stûyê xwe de û bi rêk û pêk bi rêve birin ,bi taybetî helkeftên di meha avdarê û nîsanê de.

Ji rexekî dî ve  M.Mihsin Tahir rewşa siyasî anî ziman ,  rewşa Sûriya bi giştî û bi taybetî rewşa Kurdî , û  bûyerên dawî yên , û xalên bingehîn ku ew ev in :
1-Dîtinên destaya serokatiyê û komîta têkiliyên ji derv e yê ENKSê bi nûnerên welatên Ewropî ,Emerîkî û Rûsiya di der barê rewşa Sûriye de.

2-DestPêşxeriya Firinsa,û civatên destaya serokatiya ENKSê,û komîta têkiliyan yê wê yî ji derv e li Hewlêrê.

3-Herêma aram û rola ENKSê.

4-zehmetkêşiyên gelê me , li Efrînê ku dibînin, ku ji salekê bihtir bûye,piştî dagîrkirina Efrînê ji hêla komên çekdar yên piştevaniya wan ji Tirkiya ye .

Û avakirina dîwarê dabir li seranserî sînorê xwe dike.

Herwiha Tahir axifî li ser  berdewamiya karên xerab,Mîna talanbûn,dizîbûn, girtin revandin û kuştin,di derheqê gelê me yî kurd li Efrînê ji hêla komên çekdar.

Di dawiya civatê de jî “Tahir”derbarê rola Serok Masûd Barzanî ,  serokê neteweya  Kurdî , axifî û  li ser alîkariya wî ji bo çareseriya rewşa Sûriya li ser asta navdewletî de,û piştgirtiya serok Barzanî ji bo  gelê Sûriya û bi taybet ji bo mafê gelê Kurd.

Ragihandina ENKS ê

M.ELÎ Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.