المجلس الوطني الكوردي في سوريا

PARTIYA YEKÎTIYA SOSYALÎST A EREBÎ YA DEMOKRATÎK SERDANA OFÎSA TEVGERA ÇAKSAZIYA KURDÎ -SÛRIYA KIRIN.

0 87

Di roja Duşemê 3/1/2022an de, şandek ji partiya Yekîtiya Sosyalîst a Erebî ya Demokratîk serdana ofîsa Tevgera Çaksaziya Kûrdî -Sûriya li bajarê Qamişlo kir, û şand ji Hac Bekir Elhusênî endamê ofîsa siyasî ya Partîyê, Erûba Elqeyrawî endama komîta navendî,Ibrahîm Elqadih, endamê rêveberiya şax û destaya hevrêzkirina niştîmanî û Ebid Ezirqan,endamê rêveberiya şax, pêk dihat.

 

Herwiha şand ji aliyê hevrêzê giştî yê tevgerê M.Fêsel Yûsif û her yek ji M. Kazim Xelîfê, endam Nivîsgeha Cîbicîkar ve,û M.Hisên Eba Bekir,endamê hevrêziya Herêmî hatin pêşwazî kirin.

 

Herwiha di hevdîtin bi nirxandina rewşa siyasî ya giştî û pêşhatên dawî û helwestên di warê Sûriyê de dest pê kir û tekezî li ser giringiya yekxistina hêzên opozisyonê li ser bernameyeke niştimanî ji bo xizmetkirina daxwazên gelê Sûriyê û xebata ji bo pêkanîna mafên ya gelê Kurd û pêkhateyên din di destûrê de weke garantiya gihiştina nasnameya niştimanî ya berfireh û hevbeş.

Herwiha her du aliyan tekezî li ser parastina peywendiyên gelêrî û civakî kirin û kar ji bo dîtina navokek aştiya gelêrî kirin.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.