المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA GIRIKÊ LEGÊ YA BI SER ENKSÊ VE .. 

0 85

Encûmena Xwecihî ya Girikê Legê ya bi ser ENKSê ve, di roja Yekşemê 2.1.2022an de, li Girikê Legê li ofîsa PDK-Sê civîna xwe ya asayî lidarxist.

Civîn bi kêlîkek bêdeng rêzgirtinê ji bo giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê û di pêşî de, Barzanîyê nemir dest pê kir, û piştre li ser lîsta kar rawestiyan.

 

Herwiha behsa rewşa rêxistinî ya encûmena xwecihî û nirxandina wê di sala 2021ê de kir û piraniya endamên encûmenê ji rewşa siyasî razî bûn û amadebûyan çend mijar gotûbêj kirin, ji wan jî girtina dergehê Sêmalka. damareke jiyanî ya xelkê herêmê ye û berdewamiya girtina wê dê bibe sedema karesatekê li herêmê.

Herwiha beşdaran dît ku baştirîn çareserî ji bo rewşa Kurdan li Kurdistana Sûriyê, yekîtiy gotina siyasî ya hemû aliyên Kurdî, destpêkirina danûstandinên Kurdî, li şûna gef û tundûtûjiyê, bikaranîna zimanê diyalogê û rawestandina hemû binpêkirinan,di derheqê endam û alîgir û ofîsên ENKSê de.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah û Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.