المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Amarên dawî ji nexweşiya Covîd 19 li Herêma Kurdistanê

0 92

Li gorî wezareta tendirustiya herêma Kurdistanê roja sêşemê 4/1/2022an ragihandin ku 24 demjimêrên derbas bûyî de hejmara tûşbûyan bi nexweşiya koronayê Covîd 19 gihiştiya 213 kes û ji wan 5 kesan jiyana xwe ji dest dane..

Û herwiha kesên rastî nexweşiya koronayê hatine li gorî hatî ragihandin hejmara wan li navçeyên Herêma Kurdistanê ev in:

66 li Hewlêrê ne.

38 kes li Dihokê ne.

103 kes li Silêmaniyê ne .

2 li Helebça yê ne.

4 li Germîyanê ne .

Û tê zanîn ku bi vî awayî amarên dawî yên pêketiyên bi Veyrûsa koronayê yên hatine tomarkirin gihiştiya 381329 ji wan 372575 başbûna û 7127 ji vê veyrûsê jiyana xwe ji dest dane..

Û herwiha ji rexekî dî ve roja sêşemê 4/1/2022 an komîteya rûbirûbûna veyrûsa Koronayê bi serperiştiya ” Rêber Ehmed” wezîrê Navxweyê Herêma Kurdistanê re civiya, piştî pêşkêşkirina raporta Wezareta Tendirustiyê şeş biryarên nû hatin dayîn.

Û herwiha biryarên hatin standin ev in:

Yekem: Dirêjkirina dema wergirtina vaksînê ji aliyê hemû karmendên hikûmetê ve heta 20ê Kanûna 2022an. Karmendên ku pabendî biryarê nebin, li gorî yasaya tendirustiya giştî muamele ligel wan dê were kirin.

 

Duyem: Encamdana testa Koronayê li deriyên sînorî ji bo hemû geştyarên ku serdana Herêma Kurdistanê dikin, heta kesên ku karta wan a vaksînê jî hebe, lê belê kesên ku têsta wan a Koronayê ya beriya 48 saetan hebe, ne tê de.

Sêyem: Lijneya Bilind biryar da, ku Wezareta Ewqaf û7 Karûbarên Olî bi hemahengiya li gel yekeyên îdarî di rojên bê de rêûnemayên taybet li ser danîna konên şînê derbixe.

 

Çarem: piştî roja 1/2/2022 an , rê bo kes nayê dayîn ku serdana cihên giştî bike weku saziyên hikûmetê , xwaringeh, market, kompaniyan û holên merasîman, eger karta veksînê Yan têsta koronayê nabê..

Pêncem: Divê hemû welatiyên vaksîn wergirtine an wernegirtine, li hemû cihên giştî yên girtî yên weke saziyên hikûmetê, market, restoran, cihên bazirganiyê, kompaniyan û cihên din ên sektora taybet, pabend bin bi bikaranîna maske û mesafeya 1,5 metre di navbera hev de.

Şeşem: Divê girûpên geştiyar beriya 48 demjimêran testa koronayê kiribin , an jî karta wan a vaksînê hebe..

 

Ragihandina ENKS ê

Qamişlo..Hêvî Delî û Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.