المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Ofîsa Ragihandinê ya PDK-S ê civîna xwe li dar xist

0 79

Roja şemiyê “18” ê tîrmaha “2020 ” an, ofîsa ragihandê ya PDKS ê, li bargeha ragihandina navendî li bajarê Qamişlo civîna xwe ya asayî li dar xistin, û ev yek bi amadebûna M, “Mihemed Ismail “, berpirsê giştî yê ofîsa ragihandina navendî ya PDKS ê, û endamê ofîsa siyasî yî , û herwiha bi hazirbûna endamên ragihandê ji herêmên cûda li Kurdistana Sûrîyeyê .

Û Di destpêkê de xuleke bê deng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Berzaniyê nemir.

Û herwiha piştre civat li ser xalên giring di warê pêşketina ragihandinê de baş hat rawestandin .

Û piştre M, “Mihemed Ismail “, berpirsê giştî yê ofîsa ragihandina navendî ya PDK-S ê, di civînê de axivî li ser Pêwîstî û girîngiya rola karê ragihandinê Partî û pêşketina wê derbarê gihiştina mîdiyayeke xwedî bandor di gihandina rastiyan de di nava gel de .

Û herwiha derbarê rewşa siyasî jî baş gengeşekirin û têde bûyer û pêşveçûnên dawî yên siyasî li sûriyê bi giştî û bi taybetî rewşa kurdan li kurdistana Sûriyê anîn ziman.

Û ji rexekî dî ve M, “Mihemed Ismail “, di civînê bi firehî li ser danûstandinên qonaxa yekem di navbera aliyên kurdî de encûmena niştîmanî ENKS ê û partiyên yekîtiya niştîmanî kurdî de gotûbêjkirin derbarê yekrêzî û yek helwesta kurdî li kurdistana Sûriyê û herwiha amaj hat kirin ku danûstandinên qonaxa duyem wê di demeke nêzîk destpê bike.

Û Di dawiya civatê de hemû endaman pirs û nerîn û pêşinyarên xwe bi azadî dana xuyakirin ji bo çalakirin û pêşketina karê ragihanda Partî de di demên pêş de ..

Ragihandina ENKS ê
Wergerandin : Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.