المجلس الوطني الكوردي في سوريا

AMÛDÊ : Nimet Dawûd semînareke siyasî bi rê ve bir.

0 167

Bi vexwendina Encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve, îro roja şemiyê 18.7.2020an de di danê êvarî , li hola Seyran li bajarê Amûdê semînareke siyasî û cemawerî hat li dar xistin .

 

Di destpêkê de xuleke bêdeng li ser giyanên pakrewanên kurd û kurdistan rawestiyan.

 

Herwiha serokê xwecihiya bajarê Amûdê birêz Elî Bekarî bi xêr hatina hemû mêvanên xwe yî beşdar kir.

Herwiha piştre, semînar ji aliyê endamê desteya serokatiya ENKSê Mamoste Nimet Dawûd ve, hat pêşkêş kirin, û li ser rewşa siyasî li sûriyê bi giştî û bi taybet li ser rewşa Kurdî – Kurdî li kurdistana Sûriye û bûyerên herî dawî hat sekinandin.

 

Herwiha Mamoste Nimet li ser danûstandinên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê rawestiya, û xalên yên ku gihiştînê ji têgihiştinan ji bo yek helwesta Kurdî anî ziman.

Herwiha mamoste Nimet tekez kir ku çareseriya siyasî ew rê tenê ye, ya ku me ji metirsiya derdorê derxîn e.

 

Herwiha mamoste Nimet ,giringiya mana ENKSê di desteya danûsitendinan de, da xuyakirin û hemû kar dikin ji bo gelê kurd.

Herwiha di dawiya semînarê de beşdaran pirsiyarkirin û pirsên xwe diyarkirin ji bo rewşa niha û qonaxa bê, û ji aliyê Mamoste Nimet Dawûd ve, bersiva wan hate kirin.

Ragihandina ENKSê

Wergerandin :Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.