المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HESEKÊ: ENCÛMENA XWECIHÎ YA ROJAVAYÊ HESEKÊ ,CIVÎNA XWE YA YASAYÎ LI DAR XIST..

0 69

Doh roja Yekşemê 19.7.2020an de, encûmena xwecihî ya rojavayê Hesekê civîna xwe ya yasayî li dar xist, bi beşdarbûna piraniya endaman .

 

Di destpêkê de, kêlîkek bê deng li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê rawestiyan.

Herwiha di civatê de lîsta kar hat gengeşekirin, di derbarê wê de, civat rawestiya li ser bûyerên herî dawî yên nû û rewşa siyasî û danûsitendinên Kurdî -kurdî.

Herwiha beşdaran pêdiviyên pêşketina karê xwecihiyê û çalakiyên wê gengeşekirin, û tekez bû li ser pêwistiya berdewam kirina peywendiyê bi cemawerê ENKSê û alîgirê wê re, û li ser vê xalê , tekez bû li ser hewcedariya li dar xistina semînarek siyasî cemawerî di demek nêzîk de.

 

Di derbarê naveroka civatê de, serokê xwecihiya rojava mamoste Xelef Emînakê bavê Zana ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:”Civat ya yasayî bû, gelek mijar me gengeşekirin, Wek rewşa rêxistinî, bûyerên nû yên siyasî bi taybet danûsitendinên Kurdî – Kurdî di derbarê wê jî de endamên xwecihiyê tekezkirin li ser giringiya danûsitendinan ji bo bighên rêkeftineke siyasî, lêşgerî û rêveberî ku xizmeta doza gelê me yî dadperwer bike”.

 

Herwiha Emînakê axaftina xwe berdewam kir û anî ziman:” Ji aliyekî din jî civat rawestiya li ser çalakiyên xwecihiyê di dema derbasbûyî de, û bi awayekî erênî hat nirxandin, û civatê çalakiyên di dema bê de werin kirin gengeşekirin, û beşdaran tekez kirin li ser dar xistina semînarek siyasî cemawerî ji bo zêdekirina peywendiyê bi cemawerê ENKSê û alîgirê wê li bajarê Hesekê” re .

 

Herwiha bavê Zana di dawiya axaftina xwe de anî ziman û got:”Ez dixwazim di riya vê malperê  de, spasiya hemû endamên xwecihiyê bikim li ser kar û xebata wan”.

 

Ji aliyekî din ve Civateke di navbera nûnerên her du xwecihiyên Hesekê ya Rojavay û Rojhilat li dar ket, û giftûgokirin ji bona li dar xistina semînarek siyasî cemawerî li Hesekê û hat rêkeftin di navbera her du xwecihiyan li ser rewşa dawî ji bo li dar xistina semînarek siyasî (ramyarî).

Ragihandina ENKSê

Wergerandin : Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.