المجلس الوطني الكوردي في سوريا

OFÎSA RAGIHANDINÊ YA NAVENDÎ YA ENKSÊ CIVÎNA XWE YASAYÎ LI DARXISTIN

0 79

Di roja înê 5.7.2019an de, ofîsa ragihandinê ya navendî ya ENKSê, civîna xwe yasayî li bajarê Qamişlo li darxistin, Herwiha bi beşdarbûna serokê ENKSê, M. Si’ûd Elmele.

Di destpêkê de xulekek bê deng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê û Barzaniyê namir rawestiyan.
Piştre mamoste Behcet Şêxo berpirsiyarê ofîsa ragihandinê û hemû endaman bi xêr hatina mamoste Si’ûd Elmele kirin li ser beşdarbûna wî di civatê de.

Di derbarê vê yekê de M.Behcet Şêxo berpirsiyarê ofîsa ragihandinê ya ENKSê, ji malpera me ya ENKSê re ragihandin û anî ziman di derbarê naveroka civatê de û wiha got :”îro di roja înê de ofîsa ragihandinê ya navendî ya ENKSê civîna xwe yasayî li bajarê Qamişlo li darxist bi beşdarbûna serokê ENKSê M.Si’ûd Elmele.
Herwiha civat li ser giringiya rola ragihandinê û pêwistiya wê di vê qonaxa hestiyar ya ku gelê me di wê de derbas dibe, û gihiştina nerîna ENKSê ya sererast di derbarê çespandina mafê gelê kurd yê netewî di destûr bê de.

Herwiha Şêxo anî ziman ku civat,li ser zehmetkêşiyên dijwar yê ku gelê me Kurd li Efrînê rojane dibîne li ser destên komên çekdar yên bi piştgirtiya Turkiya. Û civatê Turkiya dibîne berpirsiyr li ser parastina can û malê gelê me yî Kurd li Efrînê.
Herwiha Şêxo axaftina xwe berdewam kir ku civat rawestiya li ser zehmetkêşiyên gelê me li Cezîrê bi taybet piştî şewata zeviyên cotkaran ,herwiha daxwazkirin ji rêxistinên xêrxwazî û aliyên di vî derbarî de kar dikin ku alîkariyê bikin.

Herwiha Şêxo di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku civatê hin biryayar hatin sitendin di derbarê pêşketina karê ragihandinê de di rojên bê de.

Raport:Elî Fetah

Ragihandina ENKS ê

Leave A Reply

Your email address will not be published.