المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Birîna dayîka pakrewan Sîpan Sîno, bi dîtina neviyê wê re Can Sîpan Sîno tê dermankirin..

0 81

BIRÎNA DAYIKA PAKREWAN SÎPAN SÎNO, HER DERE TÊ DIRÛTIN BI TEMAŞE KIRINA WÊ JI NEVIYÊ WÊ RE CAN SÎPAN SÎNO.

 

Dema di welatekî de, serhildanek lê radibe, divê gelê wî welatî her tiştî bidin ber çavên xwe, ji hemû aliyên jiyanê. Ji ber ku êş û kul û xemgînî ê pir bin, û her kul û xemgîniyek jî wê cûda be.

Hin malbat wê milk û malê wan bi giştî herin û hin malbat jî wê qurbaniyê bidin.

Lê hin malbat jî wê xemgîn bin û ji aliyekî din jî wê serbilind bin, ji ber ku dema kesayetek ji malbatekê pakrewan bikeve ji bo parastina mafê gelê xwe, ew malbat xemgîn dibe, lê ji aliyekî din jî serbilind dibin .

Di der barê vê mijarê de malpera me ya ENKSê hevpyevînek bi dayika pakrewan Sîpan Sîno re çêkir.

Pakrewan Sîpan Sîno ji endamên Pêşmergên Roj bû, ji malbatek welatparêz bû, ji malbata Hemîd Sîno ye ku nasnameya wî bi parastina mafê gelê kurd tê nasîn û di hemû serdeman de, wê were nasîn û nayê jibîrkirin. Ji ber vê yekê yê bi hezaran wek pakrewan Sîpan wê vê rêbaza kurdayetiyê wê bişopîn in.

 

-Dema te baş be, pakrewan Sîpan li kuderê ji dayik bûye û zaroktiya wî çawa derbas bû..?

 

“Sîpan di 27.7.1986’an de li gundê Şora Rojhilat ji dayik bûye ye, ku ev gund bi ser bajarê Dirbêsiyê ve ye.

“Sîpan zaroktiya xwe li gund derbas kir, û kurê min Sîpan liv û tevgera wî ji ya zarokên min ên din cudatir bû, û kêm derdiket nav zarokên gund û pir bê deng bû, piraniya dema xwe bi temaşekirina televizyonê derbas dikir.

Piraniya liv û tevgera kurê wî Can weke tevgera Sîpanê min e”.

 

 

-Xwendina Pakrewan Sîpan li Ku derê destpêkir û ta kîjan astê xwendina xwe berdewam kir?

 

“Pakrewan Sîpan xwendina xwe ya seretayî li gundê Şora Rojhilat bi dawî kir û xwendina navîn li dibistana Selah Edîn ya bajarê Dirbêsiyê û piştre li dibistana gundê Til Xezal bi dawî kir.

Xwendina xwe ya amadeyî li dibistana bajarokê Ebûrasên bi dawî kir û bawernameya amadeyî di sala 2004’an de wergirt, piştî bi destxistina bawernameya amadeyî di zanîngeha bajarê Helebê de di beşê kavil û mezoxaneyan de, û bawernameya zanîngehê di sala 2008’an de wergirt, piştre di sala 2009’an de mamostetiyê li gundê xwe kir ji bo alîkariya malbatê.

 

-Pakrewan Sîpan kengî tevlî refê Pêşmergên Roj bû û sedema tevlêbûnê çi bû…?

 

“Piştî mamostetiyê çû leşgeriya neçar ya rêjîma Sûriye bi payeya serbazî.

Piştî destpêka şoreşa Sûriya pakrewan Sîpan di meha hezêrana sala 2012’an de ji artêşa Sûriye reviya, û berê xwe da herêma Kurdistanê û biryara xwe da ji bo tevlîbûna refên pêşmergên Roj û em jî bi biryara wî serbilind bûn ji bo parastina gelê kurd”.

 

-Pakrewan Sîpan li ku derê şehîd ket û bi çi rengî şehîd ket..?

 

“Piştî ku herêma Kurdistanê hat êrîşkirin ji aliyê rêxistina Da’iş ya terorîst pakrewan Sîpan bi hevalên xwe yên pêşmerga re tevlî piraniya lêkdanan bûbû, gelek herêm rêzgar kirin. Lê mixabin dema ji erkê pêşmergetiyê vedigeriya ew û sê hevalên xwe bi bûyerek terafîkê di roja şemiyê 12.11.2016’an de li ser riya Tel Edes şehîd ketin.

 

 

-Dema tu li nêviyê xwe Can Kurê pakrewan Sîpan dinêrî,çawa dibe ji te…?

 

“Ez pir bi liv û tevgerên wî kêfxweş dibim û bêhna min fireh dibe.Lê Sîpanê min tu car ji bîra min naçe.

 

-Di dawî de tu çi dixwazî bibêjî ji bo dayikên pakrewanan….?

 

” XWEDÊ bîhna firebûnê bide wan, û bila bi pakrewanên xwe serbilind bin, ji ber ku dema navê Kurdistan tê bihîstin ev pakrewan nirxê wan di her gavê de li cem gelê wan tê diyarkirin û em ê her dem li ser riya pakrewanên xwe bin ta em armanca wan bibin serî.

Hevdîtin: ELÎ Fetah .

Ragihandina ENKS ê

Leave A Reply

Your email address will not be published.