Home / Nûçe / Korbenda Çaksazî û Guhertin xelekek gengeşe li bajarê Qamişlo li dar xist

Korbenda Çaksazî û Guhertin xelekek gengeşe li bajarê Qamişlo li dar xist

Korbenda Çaksazî û guhertin xelekek giftûgoyê nû bi navnîşaniya {Rewşa Sûriye ya niha û asoyên çareseriyê} di roja înê 5.7. 2019an de, li navenda korbenda Çaksazî û guhertin, ,li bajarê Qamişlo hat li darxistin, bi rêveberiya M.Kazim Xelîfê û M.Feyrûşa Ebdirihman,endamên korbend ê, û gotarbêjê vê xelekê  M.Beşar Emîn endamê ofîsa siyasî ya PDK-S ê, bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û rewşenbîrî, partiyên siyasî û nûnerên saziyên civaka sivîl jî ji hemû pêkhatiyên herêmê kurd, Ereb û Siryan.

Di destpêkê de xulekek bê deng li ser giyanên pakrewanên Şoreşa rûmet û azadiyê rawestiyan.

Piştre mamoste Kazim Xelîfê, endamê rêveberiya korbend ê bi xêr hatina mêvanên beşdar kir, û gotin da mamoste Beşar Emîn ku anî ziman û wiha got :” ku kirîza Sûriya û taybetmendiya şoreşê û estengiyan û rengê çareseriyê ji vê rewşa xerab re”.

 

Di derbarê vê yekê de, Mamoste Feyrûşa Ebdirihman  ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman ku xeleka gengeşe ya îro bi navnîşaniya [Rewşa Sûriye ya niha (rabûyî] û asoyên çareseriyê] herwiha M. Beşar Emîn endamê ofîsa siyasî ya PDK-Sê ew akademîsyen bû.

Herwiha Feyrûşa axaftina xwe berdewam kir ku banêlêk sekinî di derbarê taybetmendiya şoreşa Sûriye de ji nav Şoreşên buhara Erebî ya ku li hemberî gelek astengiyan bû, bi taybet wek terorîstiyê. Û ji aliyekî din jî banêlêk li ser jihevketina opozisyonê û destdirêjiya navdewletî û herêmî di nava xaka Sûriyeyê de, û serhişkî riya rêjîma Sûriya û girêdana wê bi çareseriya lêşgerî.

Herwiha banêlêk sekinî li ser ku asoyên çareseriyê pir tên kirin û hemû alî jî ne gihiştin e sazkirina komîta Destûrî û ne cîbicîkirina birayara navdewletî 2254.

 

Herwiha piştî bi dawîbûna axaftina mamoste Beşar Emîn, pir pirs hate kirin di derbarê mijarê de, û hatin giftûgokirin û bersiva wan dan .

 

 

Raport:Elî Fetah

About admin

Check Also

ENCÛMENA PAKREWAN CIWAN ELQUTNA YA BAJARÊ DIRBÊSIYÊ Û GUNDEWARÊ WÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DARXIST…

di roja çarşemê 28.10.2020an de,encûmena xwecihî ya pakrewan Ciwan Elqutna ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *