المجلس الوطني الكوردي في سوريا

OFÎSA RAGIHANDINÊ YA NAVENDÎ YA ENKSÊ CIVÎNA XWE YA YASAYÎ LI QAMIŞLO LIDARXIST..

0 78

 

Di roja înê 20.9.2019an de,ofîsa ragihandinê ya navendî ya ENKSê,civîna xwe ya yasayî li Kurdistana Sûriye li bajarê Qamişlo li darxist.

bi beşdarbûna endamên berpirsiyr û nûçegehanên herêmên cûda û sernivîseran.

Di destpêka civatê de xulekek bê deng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û Barzaniyê namir rawestiyan.

Piştre mamoste Hesen Remzî berpirsiyarê ofîsa ragihandinê bi xêr hatina hemû endaman kir, û li ser giringiya rola ragihandinê û pêwistiya wê di vê qonaxa hestiyar de ya ku gelê me di wê de derbasdibe anî ziman.

Piştre hemû nûçegehanên herêma nerînên xwe diyar kirin bi awayekî azad û serbest

Herwiha civatê hin pêşînyar sitendin di derbarê pêşketina karê ragihandinê de di rojên bê de.

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.